Çaksazî li Kurdistanê

Dîndar Nicman Doskî
Nivîser û rewşenbîr û wezîrê koç û koçberan li kabîna berê ya hikûmeta federal

Li destpêkê, spasîya we dikim bo wê derfeta ku we daye me, bo behskirina li ser vê babeta herî giring û pêdvî li herêma Kurdistanê.

Çaksazî weku têgeh di hizra sîyasî dijî gendelîyê ye û bi wata û ramana wê (gurîn û berbi rewşeka baştir di her warekî da ku çi sîyasî be yan aborî, yan civakî be) bi mercekî ku ew guhrîn bi rêkên sivîl û qonaxî be ne rîşeyî û giştgîr be û bêbikar anîna tundutûjî, çûnku wî demî dê bibe şoreş ne reform. Çaksazî weku têgeheka fenîye lisefa girîkî da, li serdema Eflatun û Erisguy behs lê kirine, herwesa di qurana pîroz da di çendîn ayetan da hatîye, we ku erkekî pêxemberan silavên xwedê li ser bin, beramber gendelîyê, çi gendelîya sîyasî be û weku Musa silav li serbin, li hember takrewî û sitema Firawun yan aborîbe we ku şîîb gendelîya darayî, Quran liser zarê wî dibêje û birengekî giştî çaksazî peyama hemî pêxemberane silavê xwedê liser bin.

Pêwîste çaksazî proseyeka berdewam be, her civakek pêdvîyî nujen kirina sazî û damu dezgehên xwe ye ji bo nehêlan û jinavbirina gendelîyê teda ji ber vê çendê çaksazî bi ramana pêşketin û nû xazîyê jî tê.

Bê goman herêma Kurdistanê pêdvîye çaksazîyê ye, di hemû waran da û bi taybetî çaksazî, di warê sîyasî da û bi dîtina min divê, çaksazîya sîstema sîyasî û hukimranî di rêzbendîya yekê da be prosa çaksazîyê li Kurdistanê, Çunkî bitenê hukimranîyeka baş û çak dikarin çaksazîyê di warên din da bike.

Çaksazîya sîyasî di îro da, wate ne hêlana takrewîyê ye û tolîtarîyê û avakirina sîstemeka demokrasî bi hemî binemayên xwe ve (fire alî, hilbijartin, lihevguhertin desthilatê, ji hevdu cudakirina desthilata yasa dananê û bicîh anînê û herwesa beşdarkirina welatîyan di biryardanê da, rêzgirtin li mafê mirovan,hawlatîbun) û hemî cemk û têgeh û girêdayî bi sîstema sîyasîya demokrasî û bi taybetî ya lîberal.

Ew egerin îro çaksazî û reform kirine giring û pêtvîye li Kurdistanî ew qeyran û gefên sîyasî û aborî û civakî di Kurdistanê têda derbaz be weku şerê terorîstên Daişê û qeyrana darayî û gendelî û pirsa serokatîya herêmê û desturê û nakokîyên di navbera alîyên sîyasî û cudabuna nêrînan li se çareser kirina pirsan û kirîzan û alozîyên peywendîyên li gel hikûmeta federal û çendîn kêşeyên din û herwesa Kurdistan li beramber çendîn delîve û mizgînîyên dîrokî da ya dilxweşker. Weku plana dabeşkirina rojhilata navîn bi taybet Îraq û Sûrîyê û hilweşandina rêkeftina Saykis Bîku û derfeta dirustbuna dewleta Kurdî ku li dezgehên navdewletî behis lê tê kirin.

Geleki giringe îro hêzên sîyasî li Kurdistanî yekrêzbin û beramberi pirsên serekî yên milletê Kurd û Kurdistanê yekdeng û yekhelwîst bin û ev jî peyda nabe taku prosa çaksazîyê bi rijdî despê neyê kirin û rêkeftin li serhebe di navbera hêzên sîyasî û bitaybetî ewên pişikdar di hikûmetê da, renge ev rêkeftina asan û bisanahî nebe, lê mustehîl jî nîne. Divê hêzên sîyasî li Kurdistanê giringî û hestîyarîya vê qonaxê bidin berçav newek milletê me van derfetan ji dest bide, ji ber berje wendên bertengên hizbî û weku kesayetî.

Herwesa çaksazî pêdvî bi îradeyeka sîyasî û rasteqîne ye û ew biryarên çaksazî hatîye ragîhandin ji alîyê cenabê serokê herêmê û hikûmetê destpêkeka başe lê bes nîne. divê hindek pêngavên din bêne avêtin û bibin proje, cihê razîbûna hêzên sîyasî serêkbin, bi taybetî di warê derhînan û dahatê petrolê û pirsa serokatîya herêmê û ev yekjî pêdvîyî asayîkirina rewşa sîyasîye li Kurdistanê û başkirina peywendîyên di navbera partîyên Kurdistanê û bi taybetî partîya û Goran û hemî alîyan pêtvîye sazişa bikin heta bighêjin rêkeftinê û birêka hevpeyvîn û danustandinê ser xatrê berjewendîya xelkê Kurdistanê.

Bê goman Goran hêzeka sîyasî ya giringe li herêmê, cemawerê xwe heye û bandor heye liser jîyan û qada sîyasî li herêmê. lê merc nîne hemu sîyasetên Goran dirust bin û bi dîtina min rolê wî di kêşa rastve kirina yasa serokatîya herêmê şaşe û encam evbun ya ku îro em dibînîn, lê ev çend divê nebe rêgir li hember çaksazîyê di sîstema sîyasî û hikumranîyê li herêmê. Herçende destura Îraqê şêwe û awayê hikumranîyê çareser kirîye ku perlemanîye, lê bi rastî ez endamê lîjna danana desturî bum, lê ne digel sîstemekî perlemanî ya hawşîweyê Îraqê me bo Kurdistanê. Çunku bo me dîyar bû ku sernekeftîye û rewşa sîyasî û emnî li Îraqê belgeye li ser vê çendê. Belku sîstemekî têkel weku Frensa renge serkeftî tirbe.
Prosa çaksazîya sîyasî li Kurdistanê pêtvîye li van xalan despê bike:

1- Asayîkirina rewşa sîyasî li herêmê bi taybetî kara kirina perelmanî û bi dîtina min guhrîna desteya serokatîya perlemanî û hikûmetê pêngavek başe bo vê çendê. Çaksazî pêtvî bi yasayan heye û dixaze perleman dikar dabe.

2- Eger xala yekê nebe, divê biçine hilbijartinên pêşwext bo perlemanekî nû û serokatîyek din.

3- Danana desturî bo çareserîkirina bîrû boçunên cûda li ser awayê hikumranîyê li herêmê û xalên rêkeftin li ser peyda nebe birêka rapirsîya tevahîyê bêne çareser kirin.

4- Dur xistina partîyan ji karê rêveberî û hîzban destêwerdanê di karê hikûmetê nekin.

5- Damezrandina sîstemkî ne merkezî da îdarî guncayî be bo herêmê baştir dê dadwerîya civakê dabîn bike û bo pêşkeftina deveran jî baştire.

6- Nîştîmanîkirina damu dezgeyên emnî û hêzên pêşmerge dur ji nitmayit hizbî.

Qeyrana aborî:
Qeyrana aborî û darayî metirsîdare eger dirêj be çunku kartêkirina xerab heye li ser barê jîyana hemu welatîyên Kurdistanê bitenî ewên, Pîte û giringîyê nadin arîşên sîyasî. Tenê çareserî jî kêmkirina xercîyane û zêde kirina dahatîne. Pêngavên hikûmeta herêmê weku destpêk başe lê pêtvîye planê stratejîke bo fireh kirina jêderên dahatî ku bitenê pişt bi petrolê ve neyê girêdan. Ez dê ameje bi çend xalan bikim weku nimune bo çareser kirina pirsa muçeyan:

1- Zêdekirina firotina petrolê.
2- Qerzên dinav xweyî ji kompanîyên herêmî û bitaybetî ewên mifa ji asankarîyên hikûmetê kirine.
2- Qedexe kirina çuna diravî ji herêmê bo derve.
3- Kêmkirina hawirdên (astîrad) kelupelên ne pêdvî (kimalîyat)

Lê herêm pêwîstî bi planeka stratejîk bo çareser kirina pirsa aborî û bi alîkarîya pispor û dezgehên navdewletî weku:

1- Dûbare heykel kirina sîstema aborî.
2- Karakirina kertê taybet û handana weberhînanê.
3– Zelalî (şefafîyet) di dahat û xercîyên hikûmetê da.
4- Projên hinartina gaza siruştî bi zutirîn demde bê bicîh anîn.
5- Dur xistina desthilatê ji kertê taybet.
6- Berfireh kirina dadwerîya civakî.

Bi rastî babeta berfirehe û di rêka çaksazîyê li Kurdistanê çendîn gef û asteng hene û bê îstiqrara sîyasî û xelkê dilsoz û îradeka rasteqîne bi zehmete proja çaksazîyê pêşve biçe û karwanê wê rêkê xwe bibîne. Lê hêvî û daxazê me ewe ku qeyran û kirîzên îro li Kurdistanê bibine eger û zengilên metirsîyê bo me hemîyan û bitaybetî berpirsan ku divê dest bi çaksazîyê bê kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday