Çaksazî: Hindek boçinên pirt û belav

Fazil Umer

Nivîser û rewşenbîr

Pêşgotin:

Berî demekî cenabê serok Barzanî daxwaza çaksazîyê li nav partî û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û heta niha jî herdu alî bi komkirina pêşnîyaran û dariştina bernameyên karîvene û wa dîyare çaksazîya vê carê dê ji sînorê axavtinê û bêdeng kirina caddeyê weku hindek dibêjin, derbazî hindek kar û biryarên giring û berçav bibe.

Li vir ez dê hindek têbînîyên giştî li dor çaksazîya hikûmetê rêzkim, çunkî girêdayî jîyana hemî welatîyane û mafê herkesîye, aşkere, boçun û pêşnîyar û rexne û têbînîyên xwe belav bike, belku wecek hebe yan pişikdarîyê di çaksazyêda bike.

Berî hertiştî, di hikûmetê da, bi kêmatî sê war hene, çaksazî lê bên kirin: karubarên darayî, şêwaz û mafê biryardanê, digel azadîyên kesî û giştî.

Bi giştî, wextê em bahsa her çaksazî yan destvedaneka rewşa heyî bikin, pêdivîye em jîngeh û jîwarê niha yê Kurdistanê û hêzên sîyasî û hevbendîyên wan û şêwazê hizirkirina wan û rewşa civakî û aborî jibîr nekin, çaksazî prosês yan karekê rewşenbîrî nîne bi semînarekê yan pirtokekê bê kirin, çaksazî grêdayî jîyana rojane ya herkesîye û kanî dê çend mifadar yan zîyandar be, dê helwestê xwe dîyar bike. Bi gotneka din, her çaksazîyekê, mifayê wê li alîyekî çend be, dê hind zîyanê li hindek alî û kesên din bike.. Lê berhem û derkar dê giringî û feratîya çaksazîyê dîyar biken; dê çi feyde biken û dê çi dorînî?

Dîsa dê bêjim; bi gotineka din, çaksazî dê ji kê bigire? Yan kîne rewşa dirust têkdane daku bêne çakirin? Erê zengînin? Erê sîstem û qanûnin? Sîyasî û desthilatdarin? Yan sîyasîyên bazirganin? Çîna navîne? Hikûmete yan partîyên sîyasîne? Yan leşker û fermanberin?..

Eve nîveka mijarêye, nîva din ragirtina hevsengîya civakîye; erê hevsengîya aborî- sîyasî- civakî- rewşenbîrî.. Gehiştîye gvandeyê? Anku rewşa heyî di hemi warên jîyanê gihiştîye astekê wesa xeter ku heger zû karek neyê kirin dê sîstemê heyî hilweşe? Yan tengavîyek heye û em hizir dikin çareserî yan rêka derbazbûnê ji tengavîyê di çaksazîyan ra dibore.

Berî hindek pêşnîyaran rêz bikim yan rexneyê li rewşekê bigrim, min divê bêjim; civak weku bûnewerekê zîndîye, kanî çawa xaneyên mirovî bi hindek qanûnên siruştî bihevre girêdayîne û hemî bihevre kar dikin û mirovê zîndî pê dijî, civak jî wesaye.. Pêdvîye rêz li wan qanûnan bê girtin yên civakê bihevre dihêlin û di parêzin û pêşda dibin, nexwe civak dê hilweşe.. Bi gotineka din, pêdvîye çaksazî civakê bêtir bihevre girê bide û bêtir dûrî hilweşanê bike. Nexwe, çaksazî weku dermanê hindek derdên sîyasî û aborî û civakî, dê bibe jehre û komalî kujt.

Çawa be, çaksazî weku têgeh û weku cewher prosêseka daxwazkirî û saxleme û pêdvîye berdewam hebe. Lê boçi îro ji doh fertire, çunkî em doh hindî îro tengav û aloz nebûn.

1

Karkirin bi qanûnên heyî

Ez nedigel peyva çaksazîyême bo ewa caddeya Kurdistanê û gelek alîyên din jî dixwazin, çunkî standarditirîn pênase bo çaksazîyê, ew guherînin yên li sîstemekê karî tên kirin ku ji ber kevnatîyê yan neguncanê yan her egereka din, êdî nikare bi dirustî xizmeta civakê bike yan bûye asteng li ber pêşkevtinê û dadîya civakî û hêvî û armancên xelkê û hikûmetê. Bi gotineka berfehimtir, min divê bêjim; çaksazî li rewş û sîstem û dezgehekî tê kirin, wextê kêmasî têda hebin û ew kêmasî bibin asteng liber sîngê gihiştina armancan yan karkirina dirust.

Pirsîyar ewe; li Kurdistanê, kîj sîstemê qanûnî yan darayî yan civakî yan sîyasî yan kargêrî bûye asteng li ber karê hikûmeta herêmê daku çaksazîyan lê bike û bikaribe bernameyê xwe yê karî pê bicîh bîne? Yan baştir û karatir kar bike?

Ez berevajî dibînim û têdighêm. Me li hemî warên hevbendîyên hikûmetê digel xelkê sîstem û qanûn hene- dibe hindek kêmasî lê hebin- lê karpênekirin û zêdegavî li ser sîstemên heyî egerên serekîne yên pirsgirêkên hikûmetêne, ne lawazîya sîsteman –tek û tenê- bûye asteng li ber karpêkirinê.

Bo nimûne: sîstema darayî li herêma Kurdistanê ku çavê hemîyan lêye û piştî bisimlle peyva gendelî bûye ayeta serdevê hemî xelkê Kurdistanê! Erê çend zehmet û girane gendelî li nav hikûmetê bê binbirkirin? Bi dîtina min, piçekê ji av vexwarinê zehmetire, bes eger nîyeta sîyasî û biryara sîyasî hebe (ne ya hikûmî). Pirsyar ewe: çawa?

Weku aşkere, li nav her sîstemekê hikumranîyê bend û çarçeve bo biryardan û xerckirinên xelet hatine danan.. Her biryarek bi qanûneka kargêrî tê dan û her xerckirinek bi qanûneka darayî tê kirin. Ev herdu qanûn desthilata biryarderê kargêrî û darayî dîyar û sînordar dikin. Helbet qanûn tenê nikare çi bike, hewceye sazîyeka çavdêr van qanûnan bihêle zîndî û kara. Ew jî hene. Çavdêrîya darayî, dezgehekê hikûmîye girêdayî bilindtirîn desthilata herêmêye û erkê çavdêrîya qanûnên darayî dike.

Hosa me sîstemekê dirust û kamlanê darayî heye, lê kar pênayê kirin! Evca çaksazî peyveka gelek guncayî nîne bo karnekirinê bi qanûnê.. Daku em rasterê bibin, berî hertiştî pêdvîye hikûmeta herêmê çavdêrîya darayî û kargêrî kara bike û paşê.. Behsa çaksazîyê bike. Helbet, wextê qanûnên kar pê tên kirin bibine asteng li pêş xizmetkirinê û pêşkevtinê yan dergehan bo gendelîyê û zêdegavîyan vekin.

Ez dibînim, daku çaksazî dirust bê kirin, pêdvîye em dirust kar bi sîstemên heyî bikin; qanûn û rênma û rêsayan bicîh bînîn û paşê helsengînîn û biryaran bidin. Ev gotin bo hemî bîyavên karê hikûmetê tê gotin: karkirin bi sîstemên heyî- helsengandin- biryarên çaksazîyê li gorî encaman.

Mixabin, ewa tê xwestin, bêtir guhartina kesane û dabeşkirineka din ya pleyane û ev çîvanoka êsopî li dor rovî û kirnîyan, tîne bîra min.

2

Ji kurdewarîyê bo şehrewarîyê

Yan bêberhemkirina gelekî

Îro, civaka Kurdistanî, di qonaxeka nazik û aloz da, derbaz dibe. Civaka Kurdistanî civakekê gundewarî û cotkarî bû, yê berbi civakekê şehrewarîve diçe (ez nikarim peyva sinetkarî jî beranber cotyarî digel şehrewarîyê danim). Bi gotneka din, civaka Kurdistanî yê ji gundewarî û kurdewarî dibe şehrewarî, lê bê şêwazê berhemî bê guhartin.

Mixabin ev weguhestin bi gotire di du qonaxan da hatîye kirin; anku bê bername û bê proje û bê sîstem hatîye kirin.. Yekemîn qonax, hikûmeta Îraqê bo hilweşandina jêrxana aborî û hizrî û civakî û rewşenbîrîya Kurdî encamda, daku pê bikaribe jîngeha şoreşa Kurdistanê nehêle. Duwemîn qonax, piştî serhildanê hat kirin, wextê hemî asankarî bo çolkirina gundan û mezinkirina bajêran hatine kirin.

Evê ne tenê arêşeya kuştina gundan û sîstemê gundewarîyê bi xwe ra anî, evê xelkê herêmê hemî ji komelekê berhemdar (li gundî) kir komelekê bêberhem û bêkar û tenbel (li bajêran).. Hikûmet neçar kir, hemî şîyanên xwe bo jîyara vî xelkê bikar bîne û pêre neghêşe û naghêje jî.. Çunkî xudankirina komelekê bê şol û bê berhem bes ji xudayî tê.

Min boçî ev babet azrand, çunkî ev dergehê yekemîn derdê seranserîye û hewceyî çarekirinêye, anku dê çawa komelekê hatîye bêberhem kirin û tenbelkirin, weguhêzîy komelekê çeleng û behemdar? Hîngê du mifayên gelek mezin dê jê peyda bin; yek, barê hikûmetê dê sivik be û dê bikaribe bêtir xizmetên giştî li ser kîstê xizmetên taybet bike. Du, gelekê zîndî û berhemdar dê peyda bin û dê bikaribe hebûna xwe li paşerojê mîsyoger bike.

Ev bîyavekê giringê çaksazîyêye, ew xelkê me ji jîngeha wî helkêşa û bêberhem kirî, çareyekê lê bikin.. Çi vegerînîn çi fêr bikin dê çawa li bajêrî berhemdar bin.. Ez digel duwemîn çareserîyême, çunkî em ji yekemînê derbazbûne û êdî çerxa felekê nazivre; ew cotyarî fêrî firotina mitayê Tirkî û Îranî û (Sûrî) û Awropî bûye, êdî nikare zevîyê şîn bike!

Çaksazî ewe; fêrî saztin û sanaetkarîyê û bazirganîyê bikin.

3

Pare û biryar- dergehên gendelîyê

Li nav hikûmetê, li du bîyavan delîve bo gendelîyê heye; li warê biryardanê û yê xerckirina diravî. Bo wê çi ji karê mîrî nezane, min divê vê xalê piçekê ron bikim: yek ji giringtirîn karên hikûmetê, çavdêrî û mafê destêwerdana samanê giştîye.. Bi gotineka din, hikûmet pêş xudanên welatîve, erdî û berhemî û samanên siruştî û nesiruştî (yên giştî) bo birêvebirina welat û welatîyan bikar tîne.

Li vî mafî da zêdegavî çê dibin. Bo nimûne; şehirdarîyek dê parçe erdekê bi milyonên dolaran, bi nirxekê sembolîk bide kesekî û nedûre ew jî bifroşe dehan, yan rêveberek dê li derveyî desthilata xwe pare bo kesan xerc bike yan bi dirav û şîyanên rêveberîyê xizmeta kesekê desthilatdar bike..

Ev dergehên dêrandina samanê giştîne bo berîkên taybet, bê hîç vegere yan pêşve bo berjewendîya giştî bê kirin. Bi gotineka din, wextê hikûmet erdekê bi milyonên dolaran dide kesekî, pêdvîye beranber wê, delîveyên karî û berhem û pêşkevtin bo xelkê û dewletê bizivrîne, heker na, samanê giştî bi pûçatî diçe.

Ev herdu delîveyên gendelîyê bi du rêkên sade û sanahî tên girtin: karakirina çavdêrîya darayî û kargêrî û karkirin bi qanûnên wê, di gel karkirin bi qanûnên heyî û sizadana her zêdegavîyekê.

Dîsa dê bêjim; heker nîyet û biryara sîyasî hebe, ev weku av vexwarinê bi sanehîye.

4

Mûçe yan alîkarî

Li van salên borîn da, bi sedan hezar kes –bê qanûn û bê sîstemekê guncayî- bûne fermanber û xaneneşîn, û gelek ji wan xanenişîn û fermanberan li welatên bîyanî dijîn û bes bi nav bi Kurdistanê ve mane.. Anku li derve dijîn û samanê welatî dimêjin!

Helbet ez behsa xanenişînê dirust nakim, piştî xizmeta welatê xwe kirî û xanenişîn bûye, çuye li welatekê di dijî.. Ez behsa wan dikim yên xizmeta giştî nekirin û li ser kîstê samanê giştî xanenişîn bûne.

Çaksazî li vî warî, hem tiştekê qanûnîye hem parastina samanê giştîye. Pêdvîye li şûna vê yekê, sindoqa piştevanî yan alîkarîyên civakî bên aktîvkirin û ewê bêkar yan hejar û nedêr, alîkarîyeka mehane ji wê sindoqê wergire.

alîkarî wergirt ne mûçeye.

Çaksazî li vî warî da, weku ez hizir dikim bi du rêkan dê bê kirin; 1 pêdaçuneka seranserî bi hemî damezrandin û xanenişîn kirinan û vederkirina yên neqanûnî. 2 ewên neqanûnî bes hêjî, alîkarîyeka mehane bo bê kirin.

5

Kes û dezgeh

Li hemî cîhanê şengisteyekê hizrî û karî heye dibêje; biryara bi kom, gelek rotîn û gîrobûn têdaye, lê çêtir û paktire ji biryara takekesî. Ev binaxeyê kargêrî ji serboreka dûr û dirêj hatîye. Anku xelk li seranserî cîhanê gihiştîye wê boçunê ku rotîn û gîrobûn çêtire ji gendelîyê û biryarên serpê.

Bo çaksazîyê li vî warî, em hewceyî aktîf û çelengkirina encumen û lijneyên biryarderin.. Ji perlemanî bigre taku heta civatên parêzgehan û civatên bajêrvanîyan û desteyên kargêrîyê.

Li vî welatî, me bi dehan civat hene, bêtir weku binistra xanîne, wextê xudan pare nebin xanî ava bike!! Bi gotineka din, me bes erd bo xanî desteser kirîye.

Nimûneyê civatên bajêrvanîyan li Kurdistanê, gelek balkêşe. Evana civatên desthilatdar û aktîvin û karekê berdewam dikin-anku ne şiklîne weku hindekên din, lê! Li sala 2001ê hatine hilbjartin û hêşta berdewamin.

Em hemî dizanîn, li hemî cîhanê, ple û cihên gelek berjewendî û saman lê hebin, hêşta endaman cihê xwe germ nekirî ye, bi zûtirîn wext tên guhartin, li cem me- digel rêz û qedrekê mezin bo hemîyan û bo destpakîya wan- bi dîtina min, heker pazdesal bo her encumenekî li ser rûyê erdî dirust bin, lê li sîstemê me, pênc sal jî bo encumenê şehirdarîyê gelekin!

6

Ji kursîka xwendinê bo kursîka rêveberîyê

Dîsa li hemî cîhanê, wextê fermanber dadmezrin, ji nizimtirîn pleyê dest pê dike û hewl û xebatê dike bi karê xwe bilind bibe taku dighêje pleya rêveberê dêrîn.

Li welatê me, min nevê behsa salên pêşmergatîyê bikim, çunkî çi bo pêşmergeyên dirust bê kirin hêşta kême, bes karê rojnamevanî û karê rêxistinên civakê sivîl û kar li baregehên partayetî û hindek caran salên jîyana derve yan salên karê babê jî.. Dibine salên xizmetê û te hind dît kesekê salekê xizmeta giştî nekirî ye, bi pleya rêveber hat damezrandin!!

Eve ji bilî karekê neguncayî digel sîstemê dewletê û hikûmetê, leşkerekê fermanberên pledar û neşehreza li nav dezgehên mîrî belavekirine û hemî desthilatdarin!

Çaksazî li vî warî da gelek fer û giringe, daku fermanber bi kar û xizmetê û şîyanên xwe pêş bikeve ne (bi plekê biçe serê milekê)! Û ew cihê diçê wêran bike û bike milkê xwe û dostên xwe.

Dana pleyan û postan bê qanûn û sîstem; baş û xerab, zana û nezan, xişîm û şehreza,.. Hind têkelkirine, êdî baş û xirab, diz û destpak nayêne ji hev cudakirin.

7

Padaşt û siza

Ji malbatê bigre taku dighêje neteweyên yekgirtî, wextê kesek qencîyekê yan filyekê dike dibêjinê destxweş û tê padaşt kirin, û wextê kesek xeletîyekê dike dibêjinê destnexweş û tê sizadan.

Li herêma Kurdistanê li astê partîyên sîyasî û hikûmetê pêkve û bêcudahî- jibilî yek, du- ewê qencîyê bike kes nabêjê destxweş û ewê xirabîyê bike kes siza nade û ez direwîn nabim heker bêjim hindek xirabkar tên xelatkirin û pêşdikevin!

Ev heker dirust be û hûn digel evê gotinê bin, nîşana hilweşana sîstemê exlaqîye, û wextê sîstemê exlaqî li her welatekî hilweşîya, hevbendîyên civakî jî hildiweşin û êdî civak yan komel namîne.

Bi nemana bihevre girêdana civakî, herkesek dibe bûnewerekê azad û serbixwe û dij digel dormandorê xwe, herkesek xwe tenê dibîne û hest û sozên hevpişk namînin, berpirsatîya hevpişk namîne.. Û tiştek bi navê berjewendîya giştî namîne!

8

Çavdêrîya darayî û destpakî

Ev du têgehên cudane bo heman armancê, anku kontrolkirina xercîyên neqanûnî û rêgirtin li dêrandina dirav û samanê giştî. Lê yekemîn zarav; çavdêrîya darayî, zaravekê qanûnî-kargêrîye, û duwemîn zarav; destpakî, zaravekê exlaqî-perwerdeyîye û bi zorê neba, hîç têklî digel dewletê nîne.

Dewlet û hikûmet du gîyanên qanûnîne; bi qanûnê hatine darêştin û rêxistin, bi qanûnê birêve diçin, û bi qanûnê dimînin yan dimrin! Anku dewletê û hikûmetê çi hestên navxweyî nînin daku destpak bin yan destpîs bin.. Di cewher da, hikûmet destpak nîne, qanûn û sîstem bi zorê hikûmetê destpak dikin.

Evca, wîjdana hikûmetê dezgehên çavdêrîyêne, çi darayî bin çi kargêrî. Lewra, bi dîtina min, gelek şaşe bêjîn da li berpirs yan rêveberekê destpak bigerin, ya dirust ewe bêjîn; da dezgehên çavdêrîyê xurt û çeleng û kara bikin û hingê rêveber yan berpirs gendeltirîn mirov bin yan destpaktirîn, xem nake.

9

Ewên ji hikûmetê mezintir

Jiber nebûna serwerîya dewletê li Kurdistanê, partîyên sîyasî-heryek bi senga xwe- rolê serwerîyê digêrin, anku desthelata dirust, di destê partîyên sîyasîdaye, ne di destê perlemanî yan hikûmetê yan civatên parêzgehêdaye. Evê yek, dûvelankîyeka reha digel lawazîyeka reha bo dezgehên hikûmetê çêkirîye.

Dibe kesek hizir bike yan bêje: ev tiştekê rewaye, hêzên sîyasî bi hilbijartin serkevtine û mafê wane ple û postên hikûmetê danin û bo berjewendîyên xwe bikar bînin.

Ev rastîyeke liser xeletîyekê avabûye, raste mafê hêza sîyasîye ple û postan wergire, lê maf nîne bo xwe bikar bîne! Hikûmet ya bo hemî xelkêye, hikûmetê bernameyekê karî heye bo hemîyan bicîhtîne û hikûmeta zîrek ewe ya bernameyekê wesa darêje û encam bide, cemawerê partîya xwe pê zêde bike, ne bo partîya xwe kar bike û xelkê din nerazî û aciz û zîz bike.

Hikûmet bernameyekê karî yê partîyeka sîyasîye bo razîkirina xelkê û zêdekirina cemawerê xwe, li ser kîstê hevrikan.

Li welatê me, taku radeyeka mezin ew vavartin û jihevcûdabûn û ew dîtin çênebûye.. Hêşta hemî tişt têkelin, taybetmendî weku saxletekê şehrewarîyê cigîr nebûye, taybet û giştî dirust jihev cuda nebûne.. Lewra herkes dikare hemî karan bike û hemî encaman helsengîne.

Ji hevcudakirina desthilata hikûmetê û hêzên sîyasî, ji hevcudakirina berjewendîyên giştî û taybete û yekem pêngav berbi sîstemê dewletê; sîstemê serwerîya dewletê û pîrozîya wê. Herwesa derîyê em pê bibine bajêrî, anku ew dixtor mela be û endazyar sofî be û hosta bazirgan be û asinger şoreşger be û dikandar cotyar be!! Weku niha berbelav.

Bi gotineka din, wextê desthilatdar hemî tişt nebin, xelk jî dê fêr bin mayê xwe di hemî tiştan nekin!

10

Hevsengîya samanî

Li hemî welatan hejar û destkurt hene digel ewên serferaz dijîn û hindekên li asmanî dijîn. Weku pîvanek bo rewşa her welatekî, hindî hejar û destkurt kêm bin û çîna navîn û zengîn zêde bin, rewşa wî welatî başe û renge aramîyeka civakî lê heye.. Helbet berevaj jî diruste, wextê hejarî û destkurtî zêde bibe û saman li cem hindek kesan kom bibe, nîşana destpêka nedadîya civakîye û ew civak nêzîkî firtine û şoreşêye.

Li welatê me, (zengînîya hikûmetê) perdeyeka reş bi ser gelek tiştan dabû.. Anku ew pareyê hikûmetê bi navê mûçe û proje û alîkarî… digihande bazarî, xwe kiribû dîwarek li navbera xelkê û dîtina hemî lawazî û kêmasîyan.

Digel abloqa aborîya hikûmeta Îraqê li ser herêmê û şerê Daişê û hatina penaberan û dabezîna nirxê neftê û lawazbûna derbazbûna bazirganîya navneteweyî li Kurdistanê.. Lawazîya sîstemê darayî dîyarbû û aşkerebû em hewceyî çaksazîyeka seranserîne  divî warî da.

Her bo nimûne: rêjeya mûçexuran û fermanberan û pîşekar û paleyan ji xelkê çende? Boçî kesek li kolanên Awropa bigere û mûçeyê ji herêma Kurdistanê wergire? Çawa di van salan da hindek kes wesa zengîn bûne nazanin dê çi li samanê xwe biken? Boçî bêtirîya projeyên sermayedaran dûrin ji jêrxaneya aborî û weku bazirganîkirinêne bi tiştekî û hind.. Anku hemî sermayedar li feydeyekê misyoger û lezgîn digerin û xwe dûrî projeyên stratejîk dikin? Her bo nimûne; çend kargeh û karxane li Kurdistanê avabûne û çend projeyên avahîyan? Projeyên weberhênanê li Kurdistanê çend delîveyên karî peydakirine û çend berhem heye?. ji van pirsyaran.

Daku kurt dirêj nebe û axivtin nebe lewçeyî, ev hindek nimûne besin em pê bighêjin rastîyekê ku çaksazî li hindek waran kême, em li Kurdistanê hewceyî şoreşeka aborî-sîyasî-civakîne daku bişên ji astenga em têda derbaz bibin û ezmûna dewletên petrol firoş dehbare nekin.

Min divê bêjim; ev astenga niha em têda dijware û girane û aloze.. Bes dumahîya dinyayê nîne, tiştekê berwexte û dê xilas be û dibe bibe destpêka serdemekê zêrîn, heker baş bê xwendin û vekolan û hindek ders jê bêne wergirtin û projeyê paşerojê li ser bê avakirin.

Gotina dawîyê bila qanûneka daroynî be; man bo yê bihêztir û çêtire.. Daku weku welat û weku gel bimînîn, pêdvîye me sîstemên bihêztir û çêtir hebin.

Babetên bi vê mijarêve girêday