Bi wêne: Li gorî teknolojîyê piştî 100 salan Dinya bi wî rengî ye

Bi wêne: Li gorî teknolojîyê piştî 100 salan Dinya bi wî rengî ye

 

Waar –Duhok:

Li gorî kesanên sanistî, piştî 100 salan dinya dê weku wan filmên teknolojî lê were.

Kompanîya Amerîka ya binavê Smart Things, raportek di bin navê jîyan di paşerojê de belav kir ku ew pêşbînî dikin piştî 100 salan, jîyê mirovan li gorî teknolojî û pêşketînên pizişkî, ji her 10 salan carekê dirêj bibe.

Herwesa serokê giruba zanistî yê kompanîya navhatî Maggie Aderin–Pocock ku ew raport amade kirîye, ragîhand ku berîya niha bi 100 salan jîyana mirovan bînin berhev, xeyala 100 salên bên di paşerojê da bikin. li gorî wê yekê jî di salên 2116 dê çi guhrîn di jîyana mirovan da bêne çêkirin.

1– Dê dibin deryayê da bajêrên bên avê bên çêkirin

2– Dê xanî bêne veguhestin bêne çêkirin. Anko demê ku malbatek bixwaze biçe welatekî din yan bo bêhnvedanê biçe sefrê dikare xanîyê xwe jî digel xwe da bibe.

3– Her mirovek dikarê bi destê xwe û li gorî daxwazî û heza xwe kel û pelên nav mala xwe, ew bi xwe dîzayn bike û çêke.

4– Dê li Mars û li ser heyvê kolonî anko weku xanîyan bên çêkirin û serdanên wan deveran dê bibin weku geryan yan jî seferên normal.

5– Dê jîyana mirovan di nav bircên mazin û dirêj da birêve biçe.

2 3 4 5 6 7

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday