Bi amadebûna Wezîrê Navxwe parêzgarê nû yê Hewlêrê dest bi kar bû

Bi amadebûna Wezîrê Navxwe parêzgarê nû yê Hewlêrê dest bi kar bû

WAAR_Duhok:

Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Firset Sofî bi fermî dest bi kar bû.

Îro danê sibê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî xatir xwast û parêzgarê nû yê Hewlêrê Firset Sofî bi fermî dest bi kar bû, di merasima pevguhertina posta parêzgariyê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed jî amade bû, Wezîrê Navxwe spasiya Newzad Hadî û pîrozbahî li Firset Sofî kir û jê re serkeftin xwast.

Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Firset Sofî jî soz da ku di heyama parêzgariya xwe de bi dilozî, rastgoyî, destpakî û bê alîtiyê xizmeta parêzgeha Hewlêrê bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday