Bexda amadeye mûçeyên fermanberên herêmê bide

Bexda amadeye mûçeyên fermanberên herêmê bide

 

Waar –Duhok:

Di hevpeyvîna xwe ya digel kenalê fermî yê Îraqîye da, serok wezîrên Îraqê dîyar kir, Bexda amadeye mûçeyên fermanberên herêmê bide, eger herêm petrola xwe radestî kompanîya Somo bike.

Ebad. Got jî: Bexda pabendî rêkevtina xwe ya digel herêma Kurdistanê ye û her dema herêm petrola xwe radestî kompanîya Somo bike, ew berhevin mûçeyên fermanberan dabîn bikin.

Ev daxuyanîya serok wezîrên Îraqê di demekî de ye, herêma Kurdistanê, Bexda bi pabend nebûnê bi rêkeftinê sûçbar dike û ragîhandibû, rojane 550 hezar bermîl ji petrola herêm û Kerkûkê bi rêya Somo dihatine hinartin, lê Bexda her qayîl nebû, ji sedê 17 ya budçeya herêmê bişîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday