Barzanî spasnamek pêşkêşî xelkê Silêmaniyê û Helebce kir

Barzanî spasnamek pêşkêşî xelkê Silêmaniyê û Helebce kir

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê spasnameyek arastey xelkê Silêmaniyê û Helebce û Raperîn kir û ragihand; Piştrastim li 25 Îlonê dê mizgînîya serxwebûnê bi şehîdan biden
Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di wê spasnameya xwe de got: Coş û germatîya hewe peyameka rûhin bû ji bo navxwe û derve, ku gelê Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengîyê berbi armanca xwe gavan di havêje amajekir xelkê Kurdistanê bi hemû hêz û alîyên xwe yên sîyasî ve tekez kir ku serxwebûn seywaneyeke hemû reng û buçûnan komve dike û alayê Kurdistanê bilind radigrin.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir xelkê Silêmanîyê dê li 25 Îlonê mizgînya serxwebûnê den şehîdan, herwisa spasîyên xwe arastey hêzên Pêşmergey û sazîyên îdarî û êmnahîyê kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday