Barzanî: Sînorên niha jinav çune û dê referandom bê kirin

Barzanî: Sînorên niha jinav çune û dê referandom bê kirin

 

Waar –Duhok:

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, ragîhand; sînorên niha jinav çûne û pêdvîye danpêdan bi ketwarê niha bê kirin û bê qebûl kirin, got jî: Kurdistan bo serxwebûnê amadeye.

Serokê herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da digel rojnameyeka Swîsrî got: her milletekî sînorê xwe yên siruştî hene û nabe sînorên bi hêzên hatine kişandin berdewam bin, ji berku welatên zilhêzên cîhanî ev sînor kêşandine û di ketwarî da ew sînor nemane, lewma pêdvîye dan bi vê yekê bê dan.

Li dor parçeyên din yên Kurdistanê Barzanî amaje kir, milletê Kurd ji çil heta pêncî milyon mirovan pêk tên û pêdvîye dewleta xwe ya serbixwe hebe, lê pêdvîye ketwarî li pêşçav bê wergirtin, ji berku Kurdistan çar parçeye û her parçeyekê jî rewşeka taybet heye û her parçeyek pêdvîye digel hikûmeta xwe çareyekê bibîne.

Li dor referandomê jî, Barzanî got: bi anehîya xwedê referandoma serxwebûna Kurdistanê dê îsal bê kirin û nabe çi çareyek bi zorê li ser milletê Kurd bê sepandin.

Babetên bi vê mijarêve girêday