Barzanî peyamek bi rêya dayika 3 şehîdan ragîhand

Barzanî peyamek bi rêya dayika 3 şehîdan ragîhand

 

Waar –Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê bo dayika hersê birayên bihevre li Zummar şehîd bûne ragehand; ew pêşmergeyên li çeper û ewên şehîd bûne hemû kurên tene û tû dayika hemûyanî û xûna wan vala naçe.

Mesûd Barzanî bi mebesta serexweşîyê li dayik û malbata hersê birayên pêşmerge ( Ehmed Osman, Necat Osman, Mewlûd Osman) ku li 25 tişrîna yekê bihevre û di cîhekîda û di şerê bergirîya Zummar şehîd bûn seredana wan kir.

Barzanî bo dayika hersê şehîdan got: “ew hemû pêşmergeyên niha li sengerîne û ewên şehîd bûne kurên tene û tû dayika hemûyanî, amaje kir li şûna serdana hemû dayikên şehîdan bikim, hatim alîyê te û bi rêya te serexweşîyê li hemû dayikên şehîdan dikim”.

Di demekîda malbat û kes û karên hersê bira şehîdan xuyakir, ku ew bi şehîdên xwe serbilindin ku bi rêya xak û parastina kerameta welatê xwe canê xwe kirine qurban.

Babetên bi vê mijarêve girêday