Barzanî ji bo Çavuşoglu : Îraqa yekgirtî bidawî hatîye

Barzanî ji bo Çavuşoglu : Îraqa yekgirtî bidawî hatîye

WAAR_Duhok:

Şîretkarekê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand; Barzanî di kombûna di gel wezîrê derveyê Tirkiyayê de bi eşkerayî got: Îraq bi dawî hatîye û herêm carekadin ji bo fîdralî û wergirtina çend postên sîyasî venagere Îraqê.
Hêmin Hawramî şîretkarê Serok Barzanî di hevpeyvînekê da got: Di kombûna di gel wezîrê derveyê Tirkiyayê de Barzanî gelek bi eşkerayî peyama xelkê Kurdistanê gehand hikumeta Tirkiyayê û dupatkir ku Herêmê ji bo hemû cîhanê û bi taybet jî bo Tirkiyayê selmandîye ku sedemê aramî û seqamgîrîya deverê ye û nabe ti welatan tiris ji piroseyeka demokratî hebin û bi ti rengan Herêm destberdarî wî mafê xwe nabe û Referandom dê di demê xwe da bê kirin.
Hawramî got jî: Barzanî hemû binpêkarîyên hikumeta Îraqê rêzkirin û wezîrê derveyê Tirkiyayê  gote Barzanî ew di xwastên Kurdan digehnin û dizanin ku Bexdayê mafên distûrî û darayî yên Herêmê xwarîne.
Da zanîn jî: Serok Barzanî ew peyam gehand ku Îraq bi dawî hatîye û Herêm carekadin ji bo fîdralî û wergirtina çend postên sîyasî venagere Îraqê.

Babetên bi vê mijarêve girêday