Barzanî: Îsal dê referendum li herêma Kurdistanê bê kirin

Barzanî: Îsal dê referendum li herêma Kurdistanê bê kirin

 

Waar –Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê ragîhand; sînorên destkirdên deverê dê bêne guhertin û îsal, dê referandom li herêma Kurdistanê bê kirin.

Di hevpeyvînekê da digel govara zeneyişn ya Amerîka, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ragîhand; sykis-pîcot, mezintirîn şaşîya sedeya borî bû û pêdvîye sînorên destkirdên deverê bên guhertin û sînorên siruştî li ser binemayê nasnameya neteweyî bo deverê bên kêşan, Barzanî aşkere jî kir, îsal, dê referandoma cûdabûna herêma Kurdistanê ji Îraqê, bê kirin.

Derbarê rizgar kirina Mûsilê serokê herêmê got: pêşmerge amadeye pişikdarî operasyona rizgar kirina Mûsilê bibe, lê çaverêye hikûmeta Îraqê û Amerîka ne, daku plan bo kontrol kirina wî bajarî û çewanîya ragirtina asayîşa piştî rizgar kirinê bê danan.

Barzanî di wê hevpeyvînê da, rexneyên dijwar li PKKê girtin û ragîhand; ku piştî HDPê ji sedî 13  dengan li perlemanê Tirkîyê bidest xistin, PKKê gelek bi xiror serederîyê dike.

Got jî: li destpêkê wî daxwaz ji HDPê kir, bo pêk anîna hikûmetê hevpeymanîyê digel AKPê bike, lê HDPê dibin karîgerîya PKKê ve bû.

Babetên bi vê mijarêve girêday