Barzanî: hêzên pêşmerge serkeftinên berdewam tomar dikin

Barzanî: hêzên pêşmerge serkeftinên berdewam tomar dikin

 

Waar –Duhok:

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Federîka Mogherînî piştî hevdîtina bi Barzanî re pesnê Pêşmerge da û wiha got: “Şerê DAIŞê tenê şerê kurdan nîne, şerê me hmûyan e.”

Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê ku şeva borî ji Bexdayê derbasî Herêma Kurdistanê bibû, îro li devera Pîrmamê ya Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Mogherînî û Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de naveroka civînê eşkere kirin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Federîka Mogherînî li ser şerê DAIŞê got ku şerê DAIŞê tenê şerê kurdan nîne çimkî şerê hemû cîhanê ye.

Wê rayedara YEyê pesnê Pêşmerge di şerê DAIŞê de û wiha got: “Ez piştrast im ku DAIŞê li van deran zêde nikare li ber xwe bide û bi ser nakeve.”

Mogherînî şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê wek “şerê kulturî” bi nav kir û wiha axivî: “Herêma Kurdistanê nîşan da ku ev der cihê pevre jiyanê ye. We, serkeftina kulturî bidest anî.”

Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê anî ziman ku hemû welatên ewropî hazir in di şerê DAIŞê de alîkariya leşkerî û mirovî bidin Kurdistanê û wiha got: “Çi ji destê me were, emê bikin.”

Barzanî jî li ser naveroka civînê axivî û diyar kir ku wan li ser şerê DAIŞê, alîkariyên hêzên hevpeyman, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û YEyê gotûbêj kirine.

Serok Barzanî li ser şerê DAIŞê jî got ku dê operasyon û êrişên li dijî DAIŞê bidomînin û wiha axivî: “Cihê wan li vir tine.”

Li ser serxwebûna Kurdistanê jî Barzanî got ku serxwebûn mafê kurdan e û ti carî dest jê bernadin lê gelê Kurdistanê dê li ser vê yekê biryar bide.

Derheqê alîkariyên Tirkiyeyê di şerê DAIŞê de jî Barzanî got, Tirkiyeyê ji destpêka şer de alîkariya Pêşmerge kiriye û wiha anî ziman: “Alîkariya herî baş a Tirkiyeyê ji bo me ew bû ku rê da Pêşmerge derbasî Kobanî bibin û balansa şer li wir bidin guhertin.”

 

Babetên bi vê mijarêve girêday