Barzanî: Gotûbêjên di gel Bexdayê tenê li ser serxwebûnê ne

Barzanî: Gotûbêjên di gel Bexdayê tenê li ser serxwebûnê ne

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand; Bi ti rengan berya Referandomê gotûbêjên di gel Bexdayê naken û êdî hemû gotûbêj bi tenê dê li ser serxwebûna Kurdistanê bin.
Di hevpeyvîneka pişika Farsî ya kenalê BBC yê Brîtanî da Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê got: Referandom nêzîkî jivanê xwe bûye û hemû amadekarîyên wê temam bûne û li roja 25 îlonê dê bê kirin û bi ti rengan nahê paşxistin.
Serok Barzanî da zanîn jî: Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û hemû Kurd amadene li hemberî her geveka dujminî li ser Kerkûkê rawestin û çekî ji bo parastina wê bi helgirin, lew Kerkûk ji Kurdistanê nahê cudakirin û dê pişikdarî Referandomê be.
Derbareyî daxistina sinoran jî, Barzanî got: Îran û Tirkiyayê berjewendîyên mezin li Kurdistanê hene û ji ber wan berjewendîyan sinorên xwe na daêxin.

Babetên bi vê mijarêve girêday