Barzanî: dê hemû deverên Xirîstîyanan bêne azad kirin

Barzanî: dê hemû deverên Xirîstîyanan bêne azad kirin

Waar –Duhok:

Serokê herêma Kurdistanê, ragehand; hemû deverên xiristiyan, yên Daişê kontrol kirin, dê werên azadkirin û daxwaz ji hemû xirîstîyanên herêmê jî kir, deverên xwe bernedin.

Di peyamekê da, bi helkefta serê sala nû, û ji dayik bûna hezretî Mesîh, Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê, pîrozbahî li xirîstîyanên herêmê kir û dîyar kir; cejna îsal û serê sala nû, hevdeme digel êrîşên rêxistina hovane ya terorê, ku ji ber wê çendê piranîya xirîstîyanan, ji deverên xwe aware bûne.

Serokê herêmê, aşekere jî kir, niha hêzên pêşmerge piranîya deverên Kurdistanî, ji bin destê Daişê, derxistine û da zanîn jî; Kurdistan welatê hemîyane û pêdvîye Xirîstîyan deverên xwe bernedin.

Barzanî got jî: piştrast, hemû deverên Kurdistanî û hemû deverên Xirîstîyanan, dê ji bin destê terorê bên derxistin.

Babetên bi vê mijarêve girêday