Barzanî: çênabe hiç dewletek terorê wek kart bikar bîne

Barzanî: çênabe hiç dewletek terorê wek kart bikar bîne

 

Waar –Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li senatorê komarîxwaz ê Amerêka John McCain û şandeke ligel kir ku ji Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Joseph Pennington û hejmarek şêwirmend û efserên artêşa Amerîkayê pêk dihat.

Di civînekê de ku Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Navxwe Kerîm Şengalî, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa amade bûn, John McCain kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û herwiha spasiya rola Barzanî û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir. McCain got: ‘’Ez dixwazim sersaxiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê bikim bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên qehreman ku di vî şerî de canê xwe kirine feda.’‘

Herêma Kurdistanê bi xwe li eniyên şer e, ez hatime ji nêzîk ve guh li nerîn û têbîniyên Serok Barzanî yên derbarê helwêsta siyasî, leşkerî li eniyên şer û pêdiviyên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bigrim.’‘ McCain, tekez kir ku gel û hikûmeta Amerîkayê dê berdewam bim li ser alîkarî û piştîvanîkirina Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de.

Serok Barzanî jî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê, herwiha dost û Hêzên Hevpeyman kir di şerê dijî terorê de ku piştîvaniya Herêma Kurdistanê kirine. Barzanî herwiha ji şanda mêvan re behsa sedemên peydabûn, pêşketin û berfirehbûna rêxistina terorîst a DAİŞ, ketina Mûsilê û êrîşa terorîstan bo ser Herêma Kurdistanê kir.

Derheqa rewşa meydanî ya eniyên şer de jî Barzanî ragehand ku Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftinên mezin tomar kirine û derbeyên dijwar li terorîstan dane. Di beşeke din a axaftina xwe de Barzanî bal kişand ser tehdîda terorê bo ser cîhanê û wiha axifî: ‘’Teror tehdîdeke ciddî ye bo ser hemû gel, netewe, dewlet û hemû alî jî kirine armanc, ew terorîstên ku hatine rêza terorîstên DAİŞ’ê jî xwedan nasnameyên cuda cuda ne, loma rûbirûbûna wan jî pêdivî bi hevahengî û hewldana piralî heye. Herwiha ligel tedbîrên leşkerî divê di warê fikrî û hişkkirina çavkaniyên aborî de jî tedbîr bên wergirtin û dijayetiya terorîstan bê kirin.’‘

Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê hemahengî di navbera dewletan de hebe û ji kurahiya metirsiyê fam bikin, çênabe hîç dewlet an dewletek teror û terorîstan wek kartekê bikar bîne û bi wê kartê bike, ji ber teror agireke hemû aliyan bi hev re dişewitîne.’‘ Barzanî, bal kişand ser rewşa bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jî û spasiya Amerîkayê kir ku bi lêdana terorîstan piştîvaniya Pêşmerge û şervanên Kurd kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday