AMED-DIYARBEKIR

AMED-DIYARBEKIR

 

waar -Duhok:

 

Amed ango Diyarbekir bajarekî navdar li bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyêye û di nav kurdan de weke paytext, serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Li Rojhilata wê Elîh, Rojhilata Bakur Mûş, Li Bakurê wê Çewlîg û Elezîz, li rojavayê wê Meletî û Semsûr û li Başurê wê jî Riha û Mêrdîn ê re cîranê ek in.

Amed ji ber ku her tim koçberan digre nifûsa wê bûye 2 mîlyon.

Amed îro li qada netewî û navnetewî bi sûrên xwe û bi şîtiyên xwe bi nav û deng e. Hindek şitî ango zebeş hene ku digêjin 20 kîlo û tehma wê ji xwe gelek şêrîn e. Qadayîf ku şîrinahiyeke li her cihê Bakurê Kurdistanê çêdikin lê çi dever nagêje tehma ya Amedê. Qehwa Ehmed Efendî jî êdî bûye marke bo vî bajarî.

Amed wek kaniyeke netewî, li hemû qadên jiyanê berheman dide. Çi carî hûnermendên netewî û di asta Tirkiyê de jê kêm nabe, gelê Amedê gelekî çalak û siyasî ye. Bi çand û hûnera xwe ve girêdayî ye. Lê bêguman û mixabin wekî hemû bajarên Bakurê Kurdistanê Amed jî para xwe ji pişaftinê girtiye. Lê giyana netewî çi caran ji bedena Amedê nehatiye der.

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Li gorî bermahiyên dîrokî navê bajêrî ji demê împaratoriya Asurî û vir de Amed e. Navê Amed ji layê Asûriyan ve hatiye gorîn an wan vê navê lêkirine, ango kevintir e hêj nayê zanîn. Cihê herî kevnare ya Amedê yên herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.

Girê Çayönü ya li Erxanî bermahiyeke dîrokî ya xwedî nirxekî cîhanî ye. Li vir aşkere bûye ku mirov wek civata gundan berî vê 10 hezar sal çandinî û cot kirine. Bi vê rastiya xwe dibin ronahiya dîroka mirov a cîhanî jî.

Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiîhenefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya “Siltan Şêxmûs” e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya “Siltan Silêman“, li Pîranê turbeya “Pîr Xetab“, ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî Kurd in, ji bilî Kurdan, SuryanîEreb û Ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.

Amed ji alîyê sirûştî ve feqîr e lê ji alîyê dîrokî ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di nava tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.

Bircên Bajêrî : Birca Bizinê, Birca Heft Birayan, Birca Evlî Bedenê, û Birca Melikşahe

Hemamên dîrokî yên Amedê:Hemama Çardaklî, Hemama Deva, Hemama Melik  Ehmed,Hemama Paşa ,Hemama Qazî, û Hemama Vahap Axa

Xanên dîrokî yên Amedê: Xana Delîlan , Xana Hesen Paşa , û Xana Cotxan e.

Xwarinên herî bi nav û deng ya Amedê Cartlak Kebabı, Kaburga ango paresû, keşkek, lebenî, wek şêrînayî Burma û qadayîf gelek bi nav û dengê. Herwesa şuxilê desta ya sifirê karê herî binav û deng ya Amedê ye ku ji layê Ermenan ve hatiye pêşxistin.

Amed bi qasî xwedan ciyekî xas e ji bo kurdan bi taybet di ware siyasî de, herwesa xwedan ziman û çandekî gelek cudaye û taybet e. Çi malekî Amedê ku bo doza kurdî şehîd nedabe hema bêje nîne.

Cahît Sitki Tarancı helbestvanekî di asta Tirkiyê hemû de bi nav û dengeli vî bajarî ji dayîkbûye. Her wesa Ziya Gokalp û milîgerekî Tirka ya bi nav û deng ê, ew jî ji vî bajarî ye. Herwesa gelek deng û rengên teybet ya hûnerî û gelek hûnermendên heja derêxisti ye.

Herwesa ava Dicle ji gelek bajaren Bakurê Kurdistanê derbas dibe û dibore lê li ti bajarî wek ya Amedê nebûye remza ango sembola wî bajarî. Heta nave navçeyekî Amedê Dîcle ye.

Navçeyên Amedê:Bismil ,Şamkuş ,Çinar ,Egil ,Erxenî ,Hênê ,Karazê ,Pasûr ,Licê ,Farqîn û Hezro ye.

 

Medîne Mehmûd

1 2 3 City Wall of Diyarbakir 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16

 

Babetên bi vê mijarêve girêday