Aldar Xelîl bo WAARê: Ramana agirbestê radestkirine

Aldar Xelîl bo WAARê: Ramana agirbestê radestkirine

WAAR_Duhok:

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bi WAARê ragehand: Ev agirbest ramana wê radestkirine û got: divê li hevkirin di van 5 rojan da dirust bibet ku ta niha rêveberîya wan li derveyî li hevkirinê ye û li hevkirin ne li gor berjewendîya Rêveberya Xwesere.

Li gorî gotina Aldar Xelîl merca wan ya serekî bo erêkirina vê rêkeftinê divê şer raweste û xaka Sûrîya ji alîyê Tirkîyê ve neyê dagirkirin.

Aldar Xelîl got jî bi tevlî nakokyên tevgera sîyasî li Kurdistanî lê helwesta Kurdan li ser vê êrişê yekgirtî guncayî bû û got şanazîye berxwedana rojava bû egera yek helwestîya Kurdan.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday