Alayê Îraqê li navenda Geyare hat hildan

Alayê Îraqê li navenda Geyare hat hildan

 

Waar –Duhok:

Operasyona hêzên supayê Îraqê bo kontrolkirina bajêrkê Geyare li başurê Mûsilê berdewame, Geyare hatîye dorpêç kirin, hêzên Îraqê şîyan bighêjin naverasta Geyare, alayê Îraqê jî li ser kargêrîya navxwe ya bajêr hatîye hildan.

Jêderên êmnahyê ji nava supayê Îraqê dane zanîn, şer bi dijwarî li naverasta bajêrkê Geyare berdewame, hêzên supayê Îraqê şîyayne, nexweşxaneya Geyare û hijmareka cihên stratejîk kontrol bikin, bi dehan terorîstên Daişê hatine kuştin.

Geyare bi westgeheka giring tê zanîn bo kontrolkirina bajêrê Mûsilê, ku maweyeke behsa destpêkirina operasyona rizgarkirina wê tê kirin. Amerîka jî dixwaze li demê operasyona Mûsilê, serbazgeha Geyare bo gihandina alîkarîyên lojîstîkê bikar bîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday