Ajansa Nasa: îşev dê mezintirîn dîyardeya heyv guhrînê ru bide

Ajansa Nasa: îşev dê mezintirîn dîyardeya heyv guhrînê ru bide

 

Waar –Duhok:

Li gorî ajansa Nasa, ev şev dê dîyardeya heyva guhrîna mezin rûde û nêzîkî saetekê dê sîbera erdî li ser heyvê dîyar bike û heyv dê gelek nêzîkî erdî be.

Li gorî ajansa Nasa, ev şev, heyv dê cuda ji şevên din derket, ji ber ku dê gelek nêzîkî erdî be û mezintir û rontir derkeve û bo demê saetekê sîbera erdî li ser heyvê derkeve.

Li gorî ajansa Nasa, ev dîyardeye her 30 salan carekê rûdide û eger seqayê alîkarbe, welatîyên Amerîka başur û Bakor û Awropa û hijmareka welatên Afrîqya, dişên bibaşî bibînin.

Daye zanîn jî ku heyv dê bi rengê sor derkeve û erd dê bikeve dinavbera roj û heyvê da û heyv dê li nêzkitirîn xala erdî be.

Babetên bi vê mijarêve girêday