99 Welat toşî êrişên elîktironî bûn

99 Welat toşî êrişên elîktironî bûn

Waar–Duhok

Nêzîke not û neh Welatên Cîhanê toşî êrişên elîktironî bûn û ziyan gehandn nêzîkî şeş hizar Kompiyoteran.
Nêzîkî not û neh welat keftine ber êrşên elîktironî ku bi wê egerê bi hizaran Kompiyoter li çendîn nexweşxaneye, Kompanî û saziyên Hikumî li wan Welatan hatin daxistin.
Ew êriş bi mezintrîn êrişa bi wî corîye dihête tomarkirin û li gorey lêkolînan, hakeran alavên ku ji ajansa sîxorîya Amerîka hatîne dizîn, di êrşa elîktronî de bikaraniye.
Kertê Saxlemiyê li Brîtaniya bi giranî bûye qurbaniya wî êrişê û çendîn nexweşxane neçarbûn holên tengaviyan bigirin û nexweşan vegerînin, hevdem Rosiya ji qurbanyên here mezin bû û wezareta navixweya wî Welatî ew yek piştrast kiriye.
Di êrirşê da zanyaryên di Kompiyoterê da dihatin dizîn û kompiyoter dihate daxistin û daxwaza pareyan jibo vegerandina zanyariyan û vekirina wê dihate kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday