785 endamên DAIŞê ji kempa Eyn Îsa reviyan

785 endamên DAIŞê ji kempa Eyn Îsa reviyan

WAAR_Duhok:

785 endamên DAIŞê ji kempa Eyn Îsa reviyan û Rêveberiya Xweser ji bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin.

Rêveberiya Xweser belav kir, bi alîkariya milîs û piştevaniya bombebarana Tirkiyê, çekdarên DAIŞê yên li kampa Eyn Îsayê êrîşî ser pasewanên kampê kirin û 785 endamên DAIŞê karîn deriyê kempê vekin û birevin.

Herwiha Rêveberiya Xweser bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday