54 hezar welatîyên Mûsilê avare bûn

54 hezar welatîyên Mûsilê avare bûn

 

Waar–Duhok:

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragehand, 54 hezar welatîyên nava Mûsilê ji destipêka operasyona rizgarkirina wî bajêrî aware bûne.

Di kongreyekê rojnamevanî da, Ferhan Heq, cêgirê peyvdarê sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî, da zanîn, bêtirîya awarîyên Mûsilê berê xwe dane wan xîvetgehên li rojhelata Mûsilê bo hatine durist kirin.

Heq got jî: bernameyê xwarina cîhanî, harîkarîyên xwarinê bi ser 100 hezar awareyên parêzgeha Mûsilê da belav kirine.

Bernameyê xwarina cîhanî ragehand, jî ew hewl dikin, alîkarîyan bighînin welatîyên nava Mûsilê jî li wan taxên şer têda, yan jinû hatine rizgar kirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday