20 sal e simbêlên xwe mîna roniya çavê xwe diparêzin

20 sal e simbêlên xwe mîna roniya çavê xwe diparêzin

WAAR_Duhok:

Li Hatayê du kesên nasyarên hev yên 63 salî simbêlên xwe 20 sal e kin nakin û heta 80 santîmetreyê dirêj kirin.

Herdu mirovên hev li navçeya Arsuzê li taxa Derekuyê dijîn, ji wan Mehmet Kurtulan bavê 5 zarokan e, Kurtulan 39 sal berê biryar daye simbêla xwe dirêj bike, carekê dema xwestiye çay dem bike şewîtiye û carekê jî ji ber emeliyeta dil mecbûr maye û simbêla xwe kur bike.

Mehmet Kurtulan 20 sal berê dîsa dest bi dirêjkirina simbêlê kiriye. Piştî wî Huseyîn Gunduzê kurmetê wî jî simbêla xwe dirêj kiriye, Simbêla herduyan îro gihiştiye 80 santîmetreyê. Ji gundan û bajarên derûdorê gelek kes ji bona dîtina simbêlên wan tên taxê û giringîyeke  mezin nîşanî wan didin.

Mehmet Kurtulan û Huseyîn Gunduz hefteyê carekê ji bo simbêlan diçin sertiraşî û er roj bi makîneya poran ya zihakirinê şiklî didine simbêlên xwe û piştra jî spreyê bi kar tînin.

Babetên bi vê mijarêve girêday