173 hezar û 854 kesan seredana pêşangeha xwarin û tahmên herêmî kir

173 hezar û 854 kesan seredana pêşangeha xwarin û tahmên herêmî kir

WAAR_Amed:

Li Amedê 5 rojan de 173 hezar û 854 kesan seredana pêşangeha Xwarin û Tahmên Herêmî ya ji aliyê Tuyap Fuarcilik ê ve hatî lidarxistin kir.

Ji 45 bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiye yê bi 172 şerike beşdarî ve pêşangehe bûn û xwarin, tahm û kel û pelên xwemalî nişandan.

Ji aliyê din ve bi dehan çalekîyên cuda cuda yên weke panel û pêşbirk ji hatin lidarxistin. Amed bi kezeb, qedayif, Sêrt bi sêbûna kizwana, Wan bi penîr, Colemerg bi hingivî, Meletî bi mişmiş, Qers bi penîrê helandî û berheme din dan nasandin. Di 5 rojan de ji Amed û derdorê bi giştî 173 hezar û 854 kesan derfeta tamkirina van dit. Hêjayê gotinê ye ku sala burî ji heman pêşangeh hat lidarxistin, belê sal burî nêzî 70 hezar kesan seredana pêşangehê kiribû.

Babetên bi vê mijarêve girêday