Zivistanê di malan da havînê di şikeftê da dimînin

Zivistanê di malan da havînê di şikeftê da dimînin

WAAR_Duhok:

Hin şêniyên taxa Eskîhîsarê ya Nisêbîna navçeya Mêrdînê zivistanê li malên xwe derbas dikin, havîna xwe jî di şikeftan da derbas dikin.

Taxa Eskîhîsarê li ser navçeyê ye û nifûsê wê nêzî 150 kesî ye. Hin welatiyên vê taxê ji ber germê havînê di şikeftên pêşiya mala xwe da dimînin.

Welatî ji bo di kelekela havînê da li cihekî hênik bimînin, şikeft ji xwe ra kirine wek havîngeh û tê da kêfxweş in.

 

Welatiyan şikeft bi derî û pencere kirine, xwarin û vexwarina xwe jî tê da mihafeze dikin.

Di şikeftan da pêdivî bi klîma û sarincê namîne û ev “şikeftên mal” bala mêvanan jî dikşînin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday