ZÊRA KESK-FISTEQA ÊNTABÊ (DÎLOK)

ZÊRA KESK-FISTEQA  ÊNTABÊ (DÎLOK)

waar-Duhok:

Fisteqa Entabê wek fêqiyek tê dîtin. Ew fisteqên ku dawiya havînê digêjin û çêdibin, ji bo ew kesên ku hez ji tehma devê xwe dikin, fêqiyeke gelek ya heja ye. Bi mîneral û vîtamînatên di nav de wek dernameke hatiye biçûkirin e. Li gorî Oylum Höyükê ku ciyekî kevin ya mirov lê kombûne û jiyan kirine, wek gundekî kevin e, erdkolana ku li wê derê hatiye kirin aşkere kir ku 5000 sal in Fisteqê Entabê ji alîyê xelkê vê derê ve tê çandin û xwedî kirin.

Li Yavuzeliyê gundê Göbekê  ku navçeya Entabê ye, darekî fisteqê li wê derê ye ku jê re dibêjin Anıt Ağaç yanê darê abîde, 650 saliye.

Cara yekê di demê şaristaniya Etîyan de fisteq wek xwarineke çandî ya civakî tête qebûl kirin. Wek xwarineke gelek ya bi nirx ên melîkan tê qebûl kirin. Gelek peykerên ji wan deman mane ku melîkên mezin  goşiyên fisteq di destî wan e.

Di sala 1500 û şunde êdî botanîknas û lêkolînvanên Awropî dest bi karên li ser fisteqên Entabê dikin. Fisteqa Entabê bi kelemkirina ew darên kizwana ku li ciyên çiyayî gelek in, têne bidest xistin. Her darekî fisteqê nêzîkî 150 sal jiyan dike.

Destpêkê çandina wan û şînbûna wan pêvajoyeke gelek nazîk e. Avdan, kespandin û kelemkirina wan karekî hûnermendî dixwaze. Her karekî wê jî demê xwe heye.

Ji ber karîgeriya bayên ên sar û germ ya başûrî fisteq dawiya havînê çêdibin. Herwesa ji ber ku li ser erdên kêm berhemdar çêdibin bihayê wan zêdetir dibe.

Tovikên fisteqa Entabê ya nêr û mê li ser darên cihê şîn tên. Bi rêka tozê digêjin.

Bi karîgeriya pêşkeftinên têknolojiyê û bikaranîna wan di vî karî de, kar hindek asantir kiriye lê dîsa jî darekî fisteqê gava tê çandin di navbera pênc û heşt salan de berhemên xwe destpê dike û dide.

Salek mişe salek jî kêm fêqî dide darên fisteqa. Corên Fisteqê wek bi navê Fisteqa sor, dirêj, Helebî, boz, oha, stêrka barak, qelîşî, tekîn ên ku niha hatine bîra me. Ên dirêj û hundirê wan kesk in piranî ji bo çêkirina şîrînahiyan tên bikaranîn yên girs û qelîşî jî piranî wek çerez tên bikaranîn.

Di demê Osmaniyan de ji ber ku fisteqa Entabê bi rêka Şamê dihate frotin û frêdikirin bazaran hêliştiye ku heta demekî jî navê fisteqê Entabê wek fisteqa Şamê bête navkirin. lê piştre ji ber diristkirina vê şaşiyê belgeyeke Navdewletî ya diyarkirina nîşeneya erdnîgariya fisteqê ji bo Entabê hatiye girtin.

Fisteqê Entabê destpêkê wek goşiyên triyan ku jê re dibêjin Cumba bi rengê kesk şîn dibe. Piştre sor dibin. Rakirina fisteqan piranî di nava heyva Îlonê de tên kirin.

Fisteqa Boz berî wextê çinînê bi heyvekê tê rakirin da ku di şêrînahiyan de bikar bînin. Ji ber ku berî tam hişk bibin rengê wan dimîne keskê tarî û bêhna fisteqê jê zêdetir tê. Tehmekî gelek cuda û xweş dide şîrînahiyan.

 

Çinîna Fisteqan demekî ku herkes bi hevre kar dike û demekî gelek bi westan e. Ewên ku bi destan hatine komkirin ji bo qaşûlê wan ji ser rabe tên hişk kirin, beşekî ji wan teze tên xwarin û mezintirîn beş tên rakirin. Ji ber kakilê xwe ya bihêz li cihên guncayî demeke dirêj dişen bêne veşartin.

Gelek ji wan fisteqên hatine rakirin piştre ji bo hundir û derveyî welêt li kargehan de tên amadekirin û tên frotin. Di çêkirina çîkolata, dondurme, helaw, loqum, kulîçeyan, di berhemên taştê de, berhemên goştî, kozmetîk, xwarin gelek qadên dî jî her ku diçe zêdetir tê bikaranîn. Ji bo şîrînahiyan kakilê sor, kakilê gul ango neverdî û kakilê boz  tên bikaranîn.

Li mitbaxa Entabê fisteq tehmeke ku dev jê nayê berdan e.. Di nava birincê de, kifte ango kutilkan de û gelek xwarinên Entabê de tehmeke cuda xweş didê. Îro li derdora  350 hezar kes di rêka vî karî da debara jiyana xwe dikin. Xelk ji bo Fisteqê Entabê dibêje Zêra Kesk. Her sal nêzî 100 hezar ton fisteq tên rakirin.  Salê 1 mîlyar Dolar parê tevî aboriya Tirkiyê dike. Sêyemîn welatê herî mezin ya berhemdarê Fisteqan e. Her sal Fêstîvalên Fisteqê Entabê têne diristkirin.

Herî dawî warê tendrustiyê karîgeriyên ku dike hatibû lêkolînkirin. Li gorî vê; di leşê mirovî de mêtina glîkozê kêm dike û nahêle ku şekirê xwînê bilind bibe. Ji ber vê ji alîyê ew kesên nexweşiya Diabet ligel in dikarin fisteqan bixwin. Nahêle ku kezebê reş dohnî girê de. Di nava wê de Fosfor, hesin, vitamîn D û  E û C, Sifir, Çînko, Magnezyum, Kalsiyum gelek e. Ji ber vê çendê jî nahêle ku kolestrol bilind bibe alîkar dibe ku ew damarên dil ên dohn girtiye vebin.  Ji ber zeyta di nav de ya netêr e.. Ji bo zarokan jî gelek ya bi mifa ye.

Heta ji me hat  bi rengekî kurt me behsa Fisteqên Entabê kir in. Ger berê we bikeve Entabê bê tamkirina fisteqên Entabê nabe vegerin.

Medîne Mehmûd

2 3 4 5 6

 

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.