Zaxo.. Kesekî xwîşka xwe di Xabîrî de xeniqand

Zaxo.. Kesekî xwîşka xwe di Xabîrî de xeniqand

WAAR_Duhok:

Îro Termê keçeka bajarê Zaxo  ji rûbarê xabîrê hat derxistin ku li ser kêşeyeka civakî ji alîyê birayê wê ve hatîye xeniqandin.
Noh Slêman peyamnêrê WAAR li Zaxo diyarkir: Îro li sat 5 serê sibê keçeka bajarê Zaxo a temen 16e sal bi destê birayê xwe hat xeniqandin û  zanyarî amaje diken ku ew keç li ser kêşeyeka civakî hatîye kuştin.
Peyamnêrê WAAR diyarkir: Bikujê wê keçê ku birayê wê ye xwe radestî Polîsan kir û tîmên niqomvanan jî termê wê keçê ji rûbarî derxist.
Peyamnêrê WAAR diyarkir: Polîsên Zaxo lêkolîn di gel bikujî dest pê kir û termê keçê jî bo pizişka Dad hat veguhastin.

Babetên bi vê mijarêve girêday