YPGê ret kir supayê Tirkiyê çûbe di nava Efrînê da

YPGê ret kir supayê Tirkiyê çûbe di nava Efrînê da

WAAR_Duhok:

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro yekşemê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê ku ketine Efrînê red kirin.

Berdevkê YPGê yê li Efrînê ragihand ku îdîayên Tirkiyeyê ku artêşa wan ketiye bajarê Efrînê ne rast in.

Li gorî nûçeya Reutersê, berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Heseke gotiye, hêzên Artêşa Tirkiyeyê û hevalbendên wê hewl daye ku sînorên Efrînê derbas bikin lê piştî pevçûnan têk çûne.

Herwiha Berdevkê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûdî jî ragihandiye ku hemû êrîşên bejahî yên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hatine têkbirin û neçar mane ku vekişin.

Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku leşkerên tirk îro saet 11:05 ji Gulbabaya Kilîsê ya himberî Bilbila Efrînê ketine Sûriyeyê.

Yildirimî gotibû ku “heta niha birîndarên wan tine ne.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.