YNK: PDKê navê hemû berbijarên me retkirîne

YNK: PDKê navê hemû berbijarên me retkirîne

WAAR_Duhok:

Endamê rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd ragehand, babeta beşdarbûna YNKê li hikûmetê bi dawî bûye û du rêkeftin hene û her du jî hatine îmza kirin. Eger pirsgirêk hebe, li ser Kerkûkê û Bexdayê ye.

Herwaha aşkera kir ‘’Hin alî û kesayetên navxweyî yên herêma Kurdistanê hene, wan ew peyvendî girtine ser xwe, tiştek di navbera her du aliyan de heye, lê hîn negeheştiye wê encama ku her du alî dixwazin. Dive em hesaba vî tiştî jî bikin ku navxweyî YNKê de hin grub hene, kar bo wê yekê dikin ku peyvendiyên li gel PDKê baş bikin. Bi piştrastî jî nav PDKê de jî ew grub hene û derveyî PDKê û YNKê jî ew grub û kesayetiyane hene.’’

Herçend berê YNK rijd bû li ser pêkanîna hikûmet, payeyên Bexda û Kerkûkê bi yek paket bin jî, lê di vê hevpeyvîna xwe ya li gel Dengê Amerîkayê de Ferîd Eseserd got: ‘’Babet du proseye, proseya yekem navxweyî herêmê li xwe digre. Proseya duyem jî dervey herêmê ye. lê her du jî bi yek ve girêdayî ne, niyeta me ew bû meseleya Bexdayê, Kerkûkê û herêmê li gel yek bên çareser kirin. Lê naha babet du proseye, proseya dervey herêm û proseya navxweyî herêmê û naha kar bo wê yekê tê kirin ku prose bê temam kirin û xema proseyek din me hebe.’’

Ferîd Eseserd di beşek din a axaftina xwe de got, PDKê hemû ew nav red kirine ku YNKê bo payeya parêzgerê Kerkûkê pêşkeş kiribûn. Lê ‘’Em bê hêvî nîn in û em bawerin emê li ser navekî li gel PDKê bigehin rêkeftinê.’’ Herwaha got, herî dawiyê YNKê navên Xalid Şiwanî û Lîwa Cemal Tahirî ji bo parêzgeriya Kerkûkê da PDKê, berî wê jî sê nav pêşkeşî PDKê hatibûn kirin, kevintir jî çend nav hatibûn dayîn ji PDKê re ku endamên rêveberiya YNKê bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday