Yekşema bê Bexda dê mûçeyên Perwerde û Saxlemîyê xerc bike

Yekşema bê Bexda dê mûçeyên Perwerde û Saxlemîyê xerc bike

WAAR_Duhok:

Biryare li roja yekşema bê hikumeta Îraqê, mûçeyên herdu wezaretên Perwerdê û Saxlemîyê yên hikumeta Herêma Kurdistanê xerc bike.
Li goreyî agehyên Lemya Resûl peyamnêra WAARê li Silêmaniyê, ku jêderekî ji benka navendîya Îraqê wergirtîne diyarkir: Li roja yekşema bê Bexda dê mûçeyên herdu wezaretên Perwerdeê û Saxlemîyê yên hikumeta Herêma Kurdistanê xerc bike.
Peyamnêra WAARê got jî: Benka navendîya Îraqê eşkera nekir ka ew mûçeyê tê hinartin yên kîjan mehê ne.
Berîya çend roja serokwezîrên Îraqê ragihandibû; Li berî cejna Newroza Îsal pişikeka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yên hûrbînî têda bi dawî hatî, dê bên hinartin.

Babetên bi vê mijarêve girêday