Yekem roja cejna Remezanê eşkere bû

Yekem roja cejna Remezanê eşkere bû

WAAR_Duhok:

Yekem roja cejna Remezana pîroz ji alîyê felekî ve hat diyarkirin ku dikeve roja Eynîya bê bi wê yekê meha Remezana îsal jî dê 29 roj bin.

Senterê Felekîyê Nêvdewletî ragihand; Pranîya welatên cîhana Îslamî li êvarîya roja pêncşemê dê çavdêrîya dîtina Heyvê biken, pêşbînî jî tê kirin ku roja di dûv da ku Eynîye û dikeve 15ê Xizîranê yekem roja cejna Remezana îsal be.
Senterê navhatî di beyanekê de diyarkir êvarîya roja pêncşemê delîve heye Heyv bi çav bê dîtin her çende dê zehmet be lê li welatên rojava Erebî dê dîtina Heyvê gelek asan be bi wê yekê jî Remezana îsal dê 29 roj bin.

Senterê Felekî yê Nêvdewletî navendeka zansitîye û baregehê wê li Ebo Zebî ya paytexta Îmaratê ye.
Di îsal de Sunne û Şî’eyên Îraqê bi hev re li 17 Gulanê yekem roja meha Remezanê destpêkirîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.