Yekem karwanê heciyan gihişt Herêma Kurdistanê

Yekem karwanê heciyan gihişt Herêma Kurdistanê

WAAR_Duhok:

Îro Yekem karwanê heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya firokexaneya Silêmaniyê re vegeriya Kurdistanê û îro danê êvarê jî karwanekê din yê heciyan dê bi rêya firokexaneya Hewlêrê bigehin Kurdistanê

Îro danê sibê firokeya yekem karwanê heciyên Herêma Kurdistanê ji Erebistan Siûdîyê gehiştin firokexaneya Silêmaniyê û hejmara wan 417 kes bûn, ji aliyê mirovên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Wezareta Ewqafa Herêma di beyanekê de  diyarkir: Her îro danê êvarê jî karwanekê din yê heciyan dê bi rêya firokexaneya Hewlêrê bigihê Kurdistanê.

Herwiha diyarkir: Di 3ê heftîyên bihêt de hemu hecîyên Herêmê bi rêya balafrxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê ji Erebstana Siûdîyê vedigerin Herêma Kurdistanê,

Îsal 7 hezar û 130 kes ji Herêma Kurdistanê çûbûn hecê, 2 ji wan canê xwe ji dest dabû ku xelkê Duhok û Helebçe bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday