Xwarinên eydê yên Dîlokê: kutilk û lorik

Xwarinên eydê yên Dîlokê: kutilk û lorik

WAAR_Duhok:

Li Dîloka  ku bi mitbaxa xwe di warê gastronomiyê da UNESCOyê ew li ser “Tora Bajarên Dahêner” zêde kir wekî her eydê beriya Eyda Qurbanê jî dest bi çêkirina kutilk û lorikê kirin.

Cuma Kaplan got ku li Dîlokê di xwarinên eydê da wek edet lorik û kutilk tên çêkirin.

Kaplan diyar kir ku goşt dixin nav hevir û hundirê kutilkan û got ku “Ji ber vê di eyda Qurbanê da raxbetê nîşanê kutilkan didin. Me jî wek Navenda Hunerên Mitbaxê ji bo mêvanên xwe yên ku dê eydê da bên lorik û kutilk çêkirin.”

Kaplan da zanîn arvanê birincê û goştê ecînê bi hev ra distrên û hevirê lorikê jî çêdikin û wiha axivî:

Kaplan qise kir ku pîvaz, goştê berxan ê bi zirxê hatiye hûrkirin, bayîf, fistiq, gûz û baharat dikevin nava kutilkan û got ku “Wek baharat xwê, filfil (qerebîber) û pul bîber (îsot) heye. Ji bo ku tama van giran nebe û lezetê bidê êmîş tên bikaranîn. Ev xwarina me kevnar e. Tê kelandin jî.”

Kaplan destnîşan kir ku lorik jî xwarina sereke ya mitbaxa Dîlokêye ye û wiha axivî: “Lorik xwarineke me ya taybet e ku rojên eydê sibehan tê xwarin. Ji ber ku xwarineke taybet e rojên taybet da tê çêkirin. Lorik bi mast tê çêkirin ji ber ku mîdeyê aciz nake û xwarineke sivik e sibehên eydan da tê xwarin.”

Kaplan got ku li MSMyê xwarinên herêmî yên demsala wan da tên çêkirin pêşkêş dikin û dê hefteya eydê da digel gelek cureyên xwarin û kebaban dê lorik û kutilkan jî çêkin.

Babetên bi vê mijarêve girêday