Xerckirina enerjîyê li seranserê dinyayê ji sedî 2,9 zêde bû

Xerckirina enerjîyê li seranserê dinyayê ji sedî 2,9 zêde bû

WAAR_Duhok:

Li dinyayê xerckirina enerjîyê par li gor salek berê ji sedî 2,9 zede bû û ev teqabûlî 1,3 milyar ton neft dike.

Li gor Rapora Dîmena Îstatîstîka enerjîyê ya Dinyayê ya 2019an a Brîtîsh Petroleumê xerckirina vejenê her ku diçe zêde dibe, lê ji sala 2010an vir va herî zêde par evqas zêde bû.

Di xerckirina enerjîyê kurewî da li gor rêzê Çîn, Amerîka û Hindistan di serî da tên.

Li gor raporê Çîn 18 salan li ser hevdu bû xwedî piyasaya enerjîyê ya ku salê herî zêde mezin dibe.

Li Çînê xerckirina enerjîyê par li gor salek berê ji sedî 4,3 zede bû ku teqabûlê 3,2 milyar ton neftê dike. Di heman heyamê da xerckirina enerjîyê li Amerîkayê teqabûlî 2,3 milyar ton neftê kir, li Hindistanê jî teqabilê 809 milyon ton neftê kir.

Bi vî awayî xerckirina enerjîyê par li gor salek berê ji sedî 2,9 zede bû û teqabûlî 1,3 milyar ton neft dike.

– Herî zêde di xaza siruştî da zêdebûn çêbû

Li dinyayê di nav çavkaniyên enerjîyê yên ku herî zêde hatin xerckirin da xaza siruştî serî dikşîne.

Di xerckirina xaza siruştî ya kurewî da rêje par li gor salek berê ji sedî 5,3 zede bû ev ku teqabûlî 3,3 milyar ton neftê dike. Herî zêde Çîn, Rojhilata Navîn û Ewropayê xaza siruştî xerc kir.

Di heman heyamê da li dinyayê xerckirina komirê jî ji sedî 1,4 zêde bû û teqabûlî 3,7 milyar ton neftê kir. Di nav 10 salan da li dinyayê herî zêde di sala 2018an da komir hat xerckirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday