Xelkê Askî mûsil: Bi hêvîne Barzanî me ji Heşda Şebî bi parêze

Xelkê Askî mûsil: Bi hêvîne Barzanî me ji Heşda Şebî bi parêze

 

Waar–Duhok:

Welatîyên Askî Mûsil xwenîşandaneka berfereh kir û daxwazek arasteyî serokê herêma Kurdistanê kir.

Welatîyên Askî Mûsil û deşta Neynewa xwenîşandanek kir û daxwaz ji Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê kir; deverên wan ji êrîşên Heşda Şebî biparêze.

Şêx Ehmed peyvdarê bi navê xwenîşanderan di beyanameyekê da ragîhand; hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jîyana xwe bo parastina wan kirîye qurban, lewra bi çi awayekê rê nadin hêzek din ji bilî pêşmerge li deverên wan hebe.

Got jî; bi fermana Mesûd Barzanî derîyên Kurdistanê ji bo wan hatine vekirin û ew ji destên Daişê rizgar bûne, daxwaz jî ji Barzanî kir pêşmerge deverên wan li rojavayê Mûsilê rizgar bikin, naxwazin jî Heşda Şebî wan deveran rizgar bike û biçine wê deverê.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.