Wezîrê darayî: Bexda 500 milyon dolar şand herêmê

Wezîrê darayî: Bexda 500 milyon dolar şand herêmê

muce121212

Waar –Duhok:

Wezîrê darayî ya Îraqê ragehand, rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexda hat bicîhkirin û hikûmeta Bexda 500 milyon dolar xistîye ser hesabê herêma Kurdistanê.

Hoşyar Zêbarî wezîrê darayî ya îraqê Di kongreka rojnamevanî li Bexda ragehand, îro rêkeftina di navber Hewlêr û Bexda hat bicîh kirin.

Zêbarî amaje kir jî, her li dûv wê rêketinê îro Bexda ew 500 milyon dolar kirîye di hesabê herêma Kurdistanê da, dîsa aşkere kir jî, rêketina herdu alîyan rê xweş dike bo pêşveçûnên baştir.

Zêdetir got, niha yekem karê herêma Kurdistanê şerê dijî Daişê ye û rêxistina Daişê zîyanên abûrî yên mezin gihandîye Îraqê.

Babetên bi vê mijarêve girêday