Wezareta petrolê: Îraqê ji sedî 27 yê dahatê xwe ji dest daye

Wezareta petrolê: Îraqê ji sedî 27 yê dahatê xwe ji dest daye

petrolkurdistanberevdaskdja

Waar –Duhok:

Wezareta petrola Îraqê ragehand: bihayê firotina petrolê ji projeyasaya budçeya sala 2015ê bi not dolaran bo her bermîlekê ku nehatîye dîyarkirin heta niha ji egerê daketina bihayê petrolê. Îraqê bîst û heft ji sedî ya dahatê xwe yê îsal ji dest daye, Asim Cîhad ,peyvdarê wezareta petrola Îraqê di beyanameyekê da ragehand: ku wezareta petrolê bihayê firotina petrolê ji proje bodçeya sala 2015ê bo her bermîlekê dîyar nekir ji egerê daketina bihayê petrolê, çunkî divê ev kare bi pêşbestin û bi lêkolînan û nerînên abûrîyeka baş dê bêne encam dan. Di demekê da, bihayê firotina petrolê di bazarên cîhanî da bi şêweyekî berçav nizimbûnû ye ji sed û deh dolaran bo heştê dolaran bo her bermîlekî. Berî dû rojan wezareta petrola Îraqê ragehandibû, ku ji egerê rawestana hinartina petrola bakûrê Îraqê bi rêya borîyên petrola Kerkûk – Ceyhan, abûrê Îraqê mehane nêzîkî milyarek û dûsed milyon dolar zîyanê dibîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday