Welatiyen Wanê, ”Dora alikarîyê ya me ye”

Welatiyen Wanê, ”Dora alikarîyê ya me ye”

WAAR_Amed:

Welatîyên wanê dibêjin dora alikarîyê ya meye. Ji beriya 6 salan li wanê jî erdhejeke pêkhati bû bi sedan kesan jîyana xwe ji dest da bû û piştî ve erdhejê ji herêma Kurdistanê gelek alikarî hatibû Wanê.

Li servê yêkê waltîyên wanê jî dibêjin dora alikarîyê ya meye û em amadene ku çi bi keve ser milên me em jî birayên xwe re rêkin. herwiha welatîya banga kampanyayên alikarîyê jî kirin. Ji aliyê din ve parlementerê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê yê Wanê Adem Gewerî jî li ser malperê xwe yê facebook ê niviseke parvekir. Gewerî di nivisa xwe de him sersaxî xwest û him jî banga alikarîyê kir û got: “Duhê şeva yekşemê zelzeleyeke hezîn û bikovan pêk hat ku zelzelê bandora xwe da xaka rojhilat û başûrê Kurdistanê. Dilê me hemûyan bi êş û elema zelzeleya duhinê xemgîn û xembar ket. Bêşik û bêguman di van rojên zor û dijwar de bona ku ji miriyan re bibe dua û ji birîndaran re jî bibe derman pêdivî bi ruhiyeta biratî, yekitî û desthevgirtinê heye. Baweriya min bi vê yekê heye ku dê her yek ji me bi hişmendiyeke însanî û wijdanî hemû mesûliyetên xwe bi cih bîne ku bi îzna Xwedê em ê bikarin êş û elemên birayên xwe derman bikin.

Bi vê wesîleyê ez ji Xaliqê Rehman niyaz dikim ku rehma xwe bibarîne li ser hemû birayên me yên ku jiyana xwe ji dest dan, şifayê bide birîndaran û sebrê dibe hemû nas û dostên wan.

” Herwiha Partiya Azadî Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke niviski ji bo alikarîyê bangî xêrxwazakir û got:”Em bangî xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkarîyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.