Tirkiyê: Wê li bajaran Navendên Kordînasyonê yê Hilbijartinê bên avakirin

Tirkiyê: Wê li bajaran Navendên Kordînasyonê yê Hilbijartinê bên avakirin

WAAR_Amed:

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bona tevdîrên di hilbijartinê da ji walîtiyan ra biryarnameya hilbijartinê şand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ji bona hilbijartina herêmî ya di 31ê Adara 2019an da hat destnîşankirin gorî biryarnameya ewlehiya hilbijartinê ya bi îmzeya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hat weşandin wê li bajaran Navendên Kordînasyonê yê Hilbijartinê bên avakirin.

Gorî biryarnameyê ji bona rêxistina terorê zextê li hilbijêran neke û li ser nasnameyên nijadî hewlên provakatîf neke wê tevdîrên hewce dikin bên hildan.

Li gorî biryarnameyê hat destnîşankirin wê demildest midaxeleyî parvekirinên provakatîf yên li ser medyaya civakî bê kirin û dijî hewlên ku encamên hilbijartinê manîpule dikin tevdîrê bên hildan.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.