Washington: Ji bo Iraqeke aram divê hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz li Iraqê hebe

Washington: Ji bo Iraqeke aram divê hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz li Iraqê hebe

WAAR_Duhok:

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku ji bo Iraqeke aram heta demeke dirêj û jinavbirina DAIŞê bi yekcarî, divê hikûmeteke Herêma Kurdistanê ya bihêz li Iraqê hebe û tekez kir, ew Hewlêr û Bexdayê jî teşwîq dikin, daku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, roja Pêncşemê di civîneke çapemeniyê de, li ser vekirina rêya sereke ya navbera Hewlêr û Kerkûkê de û herwiha danîna gumrikê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser vê rêyê axivî û got, evna pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Hewlêr û Bexda vê pirsê çareser bikin.

Nauert,  herwiha da zanîn, ku ew Hewlêr û Bexdayê pal didin daku pirsgirêkên di navbera wan de mane çareser bikin û got: “Bi baweriya me hikûmeteke bihêz a Haerêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federalî de destpêkeke bo aramiyeke demdirêj li Iraqê.”

Li ser pêwîstiya hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê jî, Nauert da xuyakirin: Em di wê baweriyê de ne, hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federal de tiştekî seratayî ye, ji bo aramiya demdirêj li Iraqê û têkbirina DAIŞê bi temamî.

Nauert: Pêşketin bi vegera Brunson mimkun e

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha amaje bi hevdîtinên navbera şanda Tirkiyê û rayedarên hikûmeta Amerîkayê kir û ragihand, ku hevdîtinên çareserkirina krîza navbera Amerîka û Tirkiyê berdewam in û tekez kir: “Lê ji aliyê me ve ji bo pêşveçûnek çêbibe pîvan ew e ku Brunson vegere mala xwe.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.