War vîdyoya xwenîşandanên alîgirên PKKê li Xanesorê belav dike

 

Waar–Duhok:

Kanalê War vîdyoya xwenîşandana doh ya alîgirên PKKê li Xanesorê belav dike ku têda dîyar dibe alîgirên PKKê bi beran û gotinên dijî sembolên Neteweya Kurd êrîşî hêzên pêşmerge û polîsên çalakîyên medenî dikin.

Di wê vîdyoyê da dîyar dibe ku alîgirên PKKê bi dar û beran êrîşî hêzên pêşmerge û polîsên çalakîyên medenî dikin û gotinên neşêrîn û diruşmên dijî pêşmerge û sembolên Neteweya Kurd dibêjin, polîs û hêzên pêşmerge jî, bi hêmnî û aramî li hemberî wan radwestin û dibêjinê Kurd hemû birane, hêvî dikin birayînîyê têknedin, lê alîgirên PKKê êrîşî pêşmerge dikin û dibêjin hûn ne birane û bi xayîn nav dikin.

Dîsan li gorî vîdyoyê, hindek rojnamevanên PKKê di nava xwenîşandanê da tên dîtin ku erkê wan wênegirtina seruçavên pêşmergeyên Roje, bo wê yekê dûvçûna malbatên wan li rojavayê Kurdistanê bên kirin.

Piştî alozîyên heftîya borî yên Xanesorê, asayîşa PYDê dest bi şewitandin û wêrankirina malên xelkê kirîye ku kes û karên wan di nava pêşmergeyên Rojdane, dîsan heta niha zêdetir ji 15 baregehên alîyên ser bi civata niştîmanî ya Kurdî hatine şewitandin û alayê Kurdistanê li ser anîne xwar û sifkatî pê kirîye û zêdetir ji 60 berpirs û kadir û alîgirên ENKSê jî girtine û xêstine zîndanê.

Ev di demekî daye, pêştir fermandeyên hêza pêşmergeyê Roj çend caran hişyarî dabû ku PKKê bi berdewamî alîgirên xwe û Erebên deverê ji bajarên rojavayê Kurdistanê, bi rêya trumbêlan vedigeheze Xanesorê, daku sifkatîyê bi hêzên pêşmerge bikin û alozîyan peyde bikin.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.