Wan di van rojên biharê da bi berfê xemilî lê tengasî jî çêbûn

Wan di van rojên biharê da bi berfê xemilî lê tengasî jî çêbûn

WAAR_Duhok:

Li Wanê berfa ku ji duh êvarê pê va dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî

Berfa li bajêr barî tevahiyê bajêr çîl û sipî kir.

Ajokarên ku di meha nîsanê da rastî berfê hatin di çûyîn û hatinê da tengasî kişandin.

Li Wanê ji ber barîna berfê rêyên 11 tax û gundan hatin girtin.

Welatiyên li bajêr dijî ji ber berfa ku di mehana nîsanê barî şaş û metal man.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber barîna berfê li tevahiya bajêr rêyên 11 taxan hatin girtin.

Tîm ji bo vekirina rêyên gundên navçeya Gurpinar, Çatak û Başkaleyê xebatên xwe didomînin.

Ji ber barîna berfê kulîlkên hin darên feqiyan jî zirar dît.

Hat ragihandin ku barîna berfê ew ê îro jî dewam bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday