Vinicius Junior bi 45 mîlyon euroyan transferî Real Madridê bû

Vinicius Junior bi 45 mîlyon euroyan transferî Real Madridê bû

WAAR_Duhok:

Vinicius Juniorê 16 salî di Flamengoyê de derket pêşbirka xwe ya herî dawî. Fitbolîstê ku bi 45 mîlyon euroyî transferî Real Madridê di pêşbirka xwe ya dawî de hêstiyar bû rondik rijandin. Vinicius Junior di heyama nû de dê formeyê Real Madridê li xwe bike.

Klûba Spanyayê Real Madrid, Vinicius Junior di sala 2017an de hêj ku 16 salî bû bi 45 mîlyon euroyî ve tevî bedêla bonserwîsê transfer kiribû. Fitbolîstê ciwan bi formeyê Flamengoyê derket pêşbirka xwe ya dawî û piştî pêşbirkê hêstiyar bû û rondik rijandin.

Vinicius Junior di meha Gulana 2017an de dema ku transferî Rela Madridê bû 16 salî bû. Herwiha Junior di pêşbirka lîgê ya dawî de di kadroya 11 fitbolîstan de derket pêşbirkê û seranserê têkoşînê forme li xwe kir.

Piştî fîqa dawî ya pêşbirkê Junior formeyê xwe ji xwe kir ji trîbînan re avêt. Dema ku ji alîgiran xatir xwest jî hêstiyar bû.

​Vinicius Junior derbarê transfekerkirina xwe de wiha got: “Carna di heman demê de mirov hem xemgîn û hem jî kêfxweş dibe, keda vê klûbê li ser min zêde ye, lê ez despêkek nû dikim. Ji roja ku ez hatimê Flamengoyê herkes ji min re bûn alîkar, herçiqas hin hezkerên min bêjin ji klûbê veneqete jî hin kes jî dibêjin dema veqetînê ye. Lê rojekê ez ê li vê klûbê cardin vegerim.”

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.