Vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê dest pê kir

Vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê dest pê kir

WAAR_Duhok:

Hevpeymaniya Navdewletî dest bi vekişandina hêz û alavên xwe yên leşkerî ji nava axa Sûriyê kir, bêyî ku ti amaje bi cihê veguhastina wan an cedwela dema vekişandina wan hêzan bike.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokayetiya Amerîkayê ragihand, ku proseya vekişandina hêzên wan ji Sûriyê destpê kir.

Kolonel Sean Ryan, di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a France Press (AFP) re ragihand, ku “Hvepeymaniya Navdewletî dest bi vekişandina hêzên xwe ji axa Sûriyê kiriye.”

Herweha berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji AFP re axiviye û nûçe û agahiyên di derbarê vekişandina hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Sûriyê piştrast kiriye.

Wî rayedarê Pentagonê ji AFP re gotiye, “ez dikarim piştrast bikim ku vekişandina alav û kelûpelên leşkerî ji Sûriyê dest pê kiriye” û tekez kiriye, lê “ji ber sedemên ewlehiyê, ez niha ti hûrgiliyên zêdetir nadim.”

Heta niha jî nayê zanîn, ku di vê demê de dê Amerîka hemû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyê vekişîne, yan dê beşekî wan hêzan vekişîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.