Trump ret kir pêşwazîya Ebadî bike

Trump ret kir pêşwazîya Ebadî bike

 

Waar-Duhok:

Serok wezîrên îraqê hewl dike duberekîya di navbera welatê xwe û îdara nû ya Amerîka da kêm bike.

Duglas Sîlîman, balyozê Amerîka li îraqê Heyder Ebadî agehdar kirîye, Donald Trump, serokê Amerîka dîdara wî bo pîrozkirina postê wî ret dike, sereray tekez kirina piştevanîya Amerîka bo îraqê di şerê dijî Daişê da.

Ew retkirina Trump jî bo dîdara Ebadî pêşbînî kirî bû, piştî daxuyanîyên Trump li ser berfirebûna desthilata îranê li îraqê, ew welatê Amerîka sê tirilyon dolar lê xerçkirin, îraq jî xist nava wan 7 welatên çûna welatîyên wan bo Amerîka qedexe.

Ew helwestên Amerîka hemberî îraqê wasa kir Ebadî bi neçarî dagêranan bo Amerîka bike, plana grubên piştevan bo îranê jî li ser bersivdana Amerîka li ser biryara qedexekirina îraqîyan ji bo çûna Amerîka ret kir.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.