Trump ji parlemento xwest Makedonyaya Bakur bibe endamê NATOyê

Trump ji parlemento xwest Makedonyaya Bakur bibe endamê NATOyê

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji parlemento ra nameyek şand û xwest ku protokola beşdarbûna NATOyê ya Makedonyaya Bakur were pesendkirin.

Qesra Spî nameya ser Makedonyaya Bakur a ku Trump ji parlemento ra şand ji raya giştî ra parvekir.

Amerîka û 29 mitefîqên NATOyê di 6ê sibata 2019an da li Brukselê protokol hat îmzekirin ku Makedonyaya Bakur beşdarî NATOyê bibe. Ji bo vê jî divê hemû welatên endam protokola beşdarbûnê di parlamentoya xwe da pesend bike. Trump jî di nameya xwe da bal kişand ser vê protokolê û wiha got: “Ji bo ku Protokola Beşdariyê ya NATOyê ya Makedonyaya Bakur were îmzekirin, ez protokolê ji parlemento ra pêşniyaz dikim û pêşkêşî pesendkirina Senatoyê dikim.”

Trump wiha got: “Makedonyaya Bakur ji bo Amerîkayê şirîkekî ewlehiyê yê jêneger e û endamtiya wê ya NATOyê wê rasterast kêrî Amerîkayê û Tifaqa NATOyê were.”

Heta ku protokol di parlamentoya hemû endaman da were pesendkirin, Makedonyaya Bakur wê wek vexwandî beşdarî civînên NATOyê bibe.

Babetên bi vê mijarêve girêday