Trump di Salvegera Serxwebûna Amerîkayê ya 243emîn da hat protestokirin

Trump di Salvegera Serxwebûna Amerîkayê ya 243emîn da hat protestokirin

WAAR_Duhok:

Salvegera Serxbûna Amerîkayê ya 243emîn li hemû welêt bi çalakiyên rengîn hat pîrozkirin. Trump ji hêla komeke jinên endamê CodePînkê bi baloneke mezin va hat protestokirin.

Merasima ewil li Washîngtonê hatin kirin. Evarê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî pîrozbahiyan bû û axivî.

Li Bulwara Qanûna Bingehîn jî bi hezaran welatiyên Amerîkayê kom bûn û beşdarî çalakiyan bûn.

Di merasima taybet ya evarê da hat kirin da derbasbûna wesayîtên eskerî bal kişand. Di çalakiyan da gelek tank û balafirên şer jî cî girtin.

Trump piştî 70 salan bû serokê ewil li pêşiya Bîrdariya Lîncolnê xitabî gel kir. Trump bi vê axaftinê navê xwe di dîrokî Amerîkayê da nivîsandin.

Trump di axaftina xwe de behsa dîroka Amerîkayê kir û got ku gelê Amerîkayê miletekî mezin û girîng e. Trump di axaftina xwe da piranî li ser welatpareziya Amerîkayê û qehremaniya artêşa Amerîkayê sekinî.

– Trump hat protestokirin

Ji hêla din va komeke endamê CodePînkê ya jinan bi baloneke mezin Trumpê Serokê Amerîkayê protesto kir. Li ser balonê Trump wekî pitikekê hat resimkirin û di destê wî da têlefon hebû.

Çalakvanan xwest balonê bifirînin lê polêsên Washîngtonê destûr neda vê çalakiyê.

Hat ragihandin ku li pêşiya Qesra Spî çalakvanekî ku dixwest alaya Amerîkayê bişewitîne hat girtin.

Babetên bi vê mijarêve girêday