Trump bi fermî Ebadî daxwaz kir serdana Amerîka bike

Trump bi fermî Ebadî daxwaz kir serdana Amerîka bike

 

Waar–Duhok:

Serokê Amerîka birêya telefonê peywendî bi serok wezîrên Îraqê kir û Ebadî bi fermî gazîkir daku serdana Waşinton bike.

Li gorî nivêsîngeha serok wezîrên Îraqê, Donald Trump serokê Amerîka, peywendî bi Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê kirîye û têda, pîrozbahîya serkevtina Îraqê bi ser terorîstên Daişê da kirîye û dupat li serkeftina Ebadî di serkirdayetîya şerê dijî Daişê da kirîye û piştevanîya Amerîka bo hikûmeta Îraqê dupat kir.

Daye zanîn jî ku di wê peywendîyê da, Trumpî bi fermî Ebadî daxwaz kirîye ku serdana Amerîka bike.

Xuyajî kirîye, Ebadî spasîya piştevanîya berdewama Amerîka kirîye û daxwaz ji Trump kirîye, pêdaçûnê di biryara xwe ya nedana vîzê bo welatîyên Îraqî da bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.