Trump bertek nîşanî projeya çûyîna Heyvê ya NASAyê da

Trump bertek nîşanî projeya çûyîna Heyvê ya NASAyê da

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê Donald Trump projeya di 2024an da çûyîna Heyvê ya Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) rexne kir û wiha got, “Me ev 50 sal berê kir. Mars jî tê da (ku Heyv jî perçeyeke wê ye) divê meriv li ser tiştên mezintir bisekine.”

Trump dema ku ji Îrlandayê vedigeriya Amerîkayê di rê da bertek nîşanî NASAyê da.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, “Digel ewqas pereyê ku me xerc kir, divê NASA hê qala çûyîna Heyvê neke, me ev 50 sal berê kir. Mars jî tê da (ku Heyv jî perçeyeke wê ye) divê meriv li ser tiştên mezintir bisekine.”

Lê ev daxuyaniya serokê Amerîkayê mejî tevlihev kirin, lewra Midûrê Giştî yê NASAyê Jim Bridenstine li Washingtonê da Konferansa Pêşketina Fezayê ya Navneteweyî da gotibû ku “Telîmata ewil a serok ‘Em vedigerin heyvê’ bû.”

Rêvebirê Nasayê her wiha gotibû ku ew ê di 2024an da biçin Heyvê, ev seyahet wê ji yên berê cudatir be û ew ê wek mayînde li Heyvê bimînin.

NASA plan dike ku ji bo seyahetên Marsê Heyvê wek baregeh bixebitîne.

Bi xwe ra kete nakokiyê

Bal kişand ku di navbera vê gotina dawîn a Trump û gotinên wî yên berê da nakokî heye.

Babetên bi vê mijarêve girêday