Tirkiyê: Sizayên li ser Rûsyayê bandorê li kirrîna S-400î neke

Tirkiyê: Sizayên li ser Rûsyayê bandorê li kirrîna S-400î neke

WAAR_Duhok:

Rayedarekî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê got ku “biryara Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku şirketa îxracata leşkerî ya dewleta Rûsyayê Rosoboron export xist nav lîsteyê saziyên ku mueyide li wan tê sepandin dê bandorê li kirrîna S-400î ji aliyê Tirkiyeyê ve neke.”

li gor ajansa Sputnikê , “Serokkomar (ê Tirkiyeyê) Recep Tayyip Erdogan di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan da, wî got ‘mijara peymana S-400î ya li gel Rûsyayê hat girtin’. Li gel mueyideyên Amerîkayê li ser Rosoboron exportê jî ev helwest neguheriye.”

Amerîkayê mueideyên xwe li ser Rûsyayê zêde kiribûn û 24 pîşesaz û bîrokrat û 14 sazî li lîsteya xwe zêde kiribûn ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Nikolay Patruşev û Serokê Gazpromê Aleksey Miller jî di nav de ne.

Babetên bi vê mijarêve girêday

Komênteka Nu Dane

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Time limit is exhausted. Please reload CAPTCHA.