Tirkîyê rêya Îbrahîm Xelîl girt û şofêr xwenişandanê dikin

Tirkîyê rêya Îbrahîm Xelîl girt û şofêr xwenişandanê dikin

 

Waar –Duhok:

Hijmareka şofêrên tirumbêl û barhilgiran, îro li derîyê sînorîyê Îbrahîm Xelîl, dest bi xwenîşandanan kirin, wek nerazîbûn ji girtina rêya hatinuçûnê ku ji alîyê Tiîrkya ve.

Berî demekê kêm, welatê Tirkîya carek din rêya hatinuçûnê ji dergehê sînorîyê Îbrahîm Xelîl girtîye û bi vê egerê, hijmareka zora tirumbêlên biçûk û barhilgir li ser rêkê mane û nikarin derbaz bibin.

Di vê derbarê da, peyamnêrê War amaje kir, hijmareka şofêrên tirumbêlan û herwesa tirumbêlên barhilgir ku ji wan yên xelkê Silopî û Cizîrê ne, îro li dergehê Îbrahîm Xelîl xwenîşadan kirin.

Hejî gotinê ye, ev duyem xwenîşandana şofêrên herêma Kurdistanê û bakurê Kurdistanê ye li ser girtina rêya hatinuçûnê li Îbrahîm Xelîl ku hikûmeta Tirkîya ji ber şer û alozîyên Cizîrê li navbera pekekê û supayê Tirk, bêtirî carekê ye, derî digre.

Babetên bi vê mijarêve girêday